Li Midyadê êrîş li qereqolê hat kirin
Li navçeya Midyada Mêrdînê li qereqola Cendirmeyan a Hexêyê (Anitli) ji teref PKKê ve êrîş hat kirin. Di encama êrîşê de 2 parêzvan û leşkerek jiyana xwe ji dest dan û 9 leşker jî birîndar bûn.
Li navçeya Midyada Mêrdînê li qereqola Cendirmeyan a Hexêyê ji teref PKKyiyan ve êrîş hat lidarxistin. Hat ragihandin ku di encama êrîşê de 2 parêzvan û leşkerek jiyana xwe ji dest dane û 9 leşker jî birîndar bûne.
Gor agahiyên hatine bidestxistin bûyer di derdora êvarê de li navçeya Midyada Mêrdînê qewimî. Di encama êrîşa ku ji teref PKKyiyan ve li qereqola Cendirmeyan a Hexêyê hat kirin de 2 parêzvan û leşkerek jiyana xwe ji dest dane û 9 leşker jî birîndar bûne.
Piştî êrîşê birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê. Termên kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî rakirin mirîxaneya heman nexweşxanê. Birîndaran piştî ku midaxaleya ewil li wan hat kirin şandin Diyarbekirê.
Di encama êrîşê de ji parêzvanan Tahsîn Demîr û Şeyhmus Bora û binefser Salîh Yildirim jiyana xwe ji dest dan. (ÎLKHA)