Li Mehsertê pevçûn
Li navçeya Mehserta (Omerli) Mêrdînê di pevçûna ku derket de PKKyiyek hat kuştin.
Li çoltera Mehserta Mêrdînê di navbera esker û PKKyiyan de pevçûn derket.Di pevçûnê de PKKyiyek hat kuştin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li nêzî Kayadereya Mehsertê li dijî PKKê operasyon hat destpêkirin.Di operasyona ku hat destpêkirin de PKKyiyek hat kuştin.Ji bo PKKyiyên din ên ku ji heremê reviyan bên girtin operasyon berdewam dike.(ÎLKHA)