• DOLAR 32.607
  • EURO 34.745
  • ALTIN 2497.519
  • ...
Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Yavuz rojevê nirxand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuzê ku di bergeha xebatên partiyê de çû Kalika Semsûrê di taştê de bi çapemeniya mehelî re hat cemhev û li wir rojevê nirxand.

Yavuz di derheqê mijarên di serî de Pirsgirêka Kurdan; makeqanûna nû, pergala serokatî, guherînên di nav AK Partiyê de, şerê navxweyî ya Sûrî, bêkarî û deprasyona exlaqî de axivî. Yavuz, destnîşan kir ku HUDA PAR ji xwe re Îslamê wek referans hildigire û ji bo ku nirxên tebîeta însanan were parastin hewl dide.

Yavuz wiha axivî: “HUDA PAR tevgerekî wisa ye ku nirxên her civak, her însan û her nêrînê diparêze û bi vî şiklê hereket dike. Em ji van re dibêjin nirxên tebîeta hevpar ên însaniyetê. Ewlehiya dîn, mal, can, nifş û aqilê. Ev tişt ji her kesî re pîroz in û divê ku em niha di van mijaran de bên cemhev.”

 “Kî serokatiyê qezenc dike bila bike divê ku Pirsgirêka Kurdan çareser bike”

Yavuz di derheqê Pirsgirêka Kurdan de wiha axivî: “Ji ber ku AK Partî îktîdar e di nav de heke guhertinekî hebe ev tenê partiyê eleqeder nake. Ev yek Tirkiyê eleqeder dike. Em guhertina rêznameya hindir a partiyê û mijara gelo dê kî bibe serokwezîr wek mijara hindur dihesibînin û em hewce nabînin ku di derbarê vî mijarê de nirxandin bikin. Lê kî tê bila bê. Ji bo me ya girîng zerf nînin. Ya girîng tişta di nav zerfê de ye. Pirsgirêkên cidî yên Tirkîyê hene. Pirsgirêka Tirkiyê ya herî girîng a heta niha Pirsgirêka Kurdan bûye. Li erdnîgara Kurdistanê pirsgirêkên girîng hene û ev pirsgirêk canê me dişewitînin û ev yek jî didome. Pirsgirêka Kurdan her derê Tirkiyeyê bandordar dike. Kî serokatiyê qezenc dike bila bike divê ku Pirsgirêka Kurdan çareser bike.”

 “Em wê baca ku dewlet ji kesên mizeya kêmtirîn dîstîne tesdîq nakin”

Yavuz bal kişand ku li Tirkiyeyê bêkarî pirsgirêkî gelek mezin e. Dûvre Yavuz wiha pê de çû: “Me bi Serokê Odeya Tîcaretê ya Semsûrê hevdîtin kir. Serokê me diyar kir ku li Semsûrê rêjeya bêkariyê di sedan de 13 e. Digel vî rêjeyê di OSBê de pirsgirêkên cidî hene. Xwediyê karê karker nabîne. Sedema vî yekê serokê bajarê me ya birêz diyar dike ku ev yek di encama polîtîkayên çewt de derdikeve holê. Polîtîkayên ÎŞKURê yên çewt beriya xwediya karê digire. Gelê me di şûna sektora taybet de kare ewledar a dewletê dixwaze. Em wê baca ku dewlet ji kesên mizeya kêmtirîn dîstîne tesdîq nakin.”

 “Em pirsgirêkên xwe di nav xwe de hel bikin”

Yavuz bal kişand ku meseleya Sûrî herêmê kişand nav felaketê û canê herkesî şewitand. Dûvre Yavuz wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ev 5 sal e ku mesela Sûrî him erdnîgara Îslamê him jî dinyayê bi xwe re dikişîne nav felakete. Wek HUDA PAR 3 sal e ku em vî yekê dibêjin; ‘Heke dabaş Rojhilata Navîn bibe divê ku du xetên me yên sor hebe. Ji wan yekê ew e ku çi dibe bila bibe çek nayê bikaranîn. Esed çaqas zalim dibe bila bibe divê ku li dijî wî çek neyê bikaranîn. Lewra ev çareserî nebû û wekê ku tê dîtin dê nebe rêya çareseriyê. Ya duyemîn ew e em çi qas ji hev re dibin dijmin bibin û wek raman em çiqas ji hev dûr dikevin bila bikevin divê ku em pirsgirêkên xwe di nav xwe de hel bikin.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir