Yekem benda pêşnumaya rakirina parêzbendiyê bi 373 dengî hat qebûlkirin
Teklîfa guhartina makeqanûnê ya di derbarê rakirina parêzbendiyê de xala yekemîn li Lijneya Giştî ya TBMMê bi 373 dengî hat qebûlkirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di tûra duyem de 373 erê, 138 na, 3 betal, 7 deng jî bêbiryar derketin.
Bi vî awayî rakirina parêzbendiyê ya xala yekemîn bi 373 dengî hat qebûlkirin.(ÎLKHA)