Di operasyona PKKê de kesek hat girtin
Kesê ku di operasyonên li dijî rêxistina ciwaniyê ya PKKê hatibûn kirin de hatibû binçavkirin ji teref mehkemê ve hat tewqîfkirin.
Her weke ku tê zanîn berî niha li Taxên Tekel, Mescît û Konaka navçeya Farqîna Diyarbekirê li dijî rêxistina ciwaniyê ya PKKê operasyon hatibûn kirin ku kesekî bi navê E.B. di van operasyonan de hatibû binçavkirin.E.B.yê ku hatibû binçavkirin ji teref mehkemê ve hat tewqîfkirin.
E.B.yê ku ji ber sûca ‘endambûna rêxistina terorê ‘ hatibû girtin şandin girtîgehê.(ÎLKHA)