• DOLAR 32.334
  • EURO 35.061
  • ALTIN 2285.658
  • ...
Bînalî Yildirim ji bona ziyareta taziyê çû gundê Herbecinê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn li gundê Herbecineya Diyarbekirê kesên PKKyî qamyona bombebarkirî  înfîlak kiribûn û di encama teqînê de 16 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Namzedê Serokatiya Giştî yê AK Partiyê û Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Binalî Yildirim bi Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Sema Ramazanoglu, Arîkarên Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker, Vedat Demîroz û digel çend  parlementeran çû serdana taziyê gundika Baqewsa girêdayê gundê Heftgermê.

Namzedê Serokatiya Giştî yê AK Partiyê û Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Binalî Yildirim piştî ku sersaxî da kesên naskirîyên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dabûn re ji endamên çapemeniyê re daxuyanî da. Yildirim di daxuyaniya ku da de diyar kir ew cardin rûyê bi êş ya terorê li gundê Herbecinê dîtine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “16 hemwelatiyên me yên ku naskirîyên  hevdû bûn bi qamyoneke bombebarkirî bi şikleke wehşîyane hatin şehîdkirin. Ez ji wan birayên xwe yên ku hewl didan rêxistina terorê asteng bikin re ji Xweda Teala rehmetê teleb dikim. Îro roj roja parvekirin û kêmkirina êş û janan e û roja piştevaniyê ye.”

Wezîr Yildirim digel lijneya  pê re qebrê 16 kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dabûn ziyaret kir û piştî ziyareta goristanê lijne bi helîkopterê ji heremê veqetiya.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir