2 parlementerên HDPyî reviyan derveyî welêt
Hat ragihandin Parlementerên HDPê yên bi navê Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer ji ber îxtîmala rakirina destnedayînan reviyane derveyî welêt.
Li gor xebera Rûdawê Parlementerê HDPê yê Şernexê Faysal Sariyildiz û Parlemenetera HDPê ya Wanê Tugba Hezer ji ber îxtîmala rakirina destnedayînan reviyane derveyî welêt.
Her weke ku tê zanîn berî niha ji teref Serdozgeriya Komerê ya Rihayê ve di derheqê Faysal Sariyildiz de ji ber ku di wesayîta xwe de çekan digerand û her wiha ji teref Serdozgeriya Komerê ya Wanê ve jî di derbarê Tugba Hezer de ji ber ‘ kirina propagandaya rêxistina terorê` û ‘pesindana kesê/a sûcdar û sûcê` hatibû xwestin destnedayîna wan bê rakirin.(ÎLKHA)