• DOLAR 32.368
  • EURO 34.976
  • ALTIN 2325.24
  • ...
Telebeyên medresê qeza kirin: 14 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mînîbûsa ku tê de telebeyên medresê hebûn dema ku ji Kozlukê dihat Batmanê qeza kir, ji ber qezaya ku pêk hat 14 telebe birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin  qeza di derdora wextên nîvro de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn pêk hat. Di qezaya ku pêk hat de 14 telebeyên medresê birîndar bûn.

Telebeyên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.Hat hînbûn rewşa telebeyên ku di qezayê de birîndar bûbûn a niha baş e.

Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat vekirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir