• DOLAR 32.334
  • EURO 35.087
  • ALTIN 2296.392
  • ...
Malbata Sûriyeyî bi berhevkirina çopan hewl dide debara xwe bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata Dîabê yê ku berîya herba ku li Sûriyê pêk hatibû li Helebê dijiya jî di nava kesên ji şer mexdûr bûne de cî digire.

Edîbe Dîaba ku zilamê wê karê firotina avê dikir ji ber bombebarandinê jiyana xwe ji dest daye û ew mecbûr maye ku digel 7 zarokên xwe koçî Diyarbekirê bikin.

Edîbeya ku digel 7 zarokên xwe mecbûr mabû ku ji Helebê koçî Diyarbekirê bike a niha digel 7 zarokên xwe li Taxa Muradiyeya navçeya Baglara Diyarbekirê dijî.Edîbe Dîab a niha ji bona ku karibe debara xwe û ya malbata xwe bike digel lawê xwe Muhammedê ku guhên wî nabihîzin ji ser çopan naylon û plastîkan berhev dikin.

Edîbe Dîab mexdûriyetên ku dijî ji ÎLKHAyê re anî ziman û diyar kir ew bi birçîbûn, tirs û bi qeyba canê tên îmtîhankirin.

Dîab di berdewama axavtina xwe de diyar kir di dema ku şer dest pê kir de roketên ku ji balafiran hatine avêtin îsabetî mala wê kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Yek ji wan zewicandî tevde 7 zarokên min hene.Em li bajêra Heleba Sûriyê dijiyan.Beriya herbê rewşa me baş bû. Zilamê min bi erebeya xwe ava vexwarinê difirot.Şevekê balafiran mala me dan ber bombeyan.Zilamê min hewl dida me bibe ciheke bi ewlehî.Dema ku dikir xweha xwe ji malê derxe di bin bombeyan de ma û jiyana xwe ji dest da. Lawê min 3 salî wê demê yek mehî bû.”

Dîab di berdewama axavtina xwe de diyar kir şert û mercên jiyanê yên li Sûriyê pir dijwar bûn û wiha pê de çû: “ Ez û lawê xwe yê 11 salî yê ku guhên wî nabihîszin ji ser çopan naylon û  plastîkan berhev dikin û hewl didin debara xwe bikin. Em li Sûriyê di nava tirsê û xewfê de dijiyan.Zilamê min di bin bombeyan de bû piçik û parî.Zarokên min bi rojan birçî man.Em nikarin tiştên ku hatine serê me bi kelîmeyan bînin ziman.Ji her rexî ve berik di ser me de dihatin û li her derî bombe diteqiyan.E nizanim çi bikim.Hemd ji Xwedê re em a niha li vê derê ne.Ez ji ser çopan naylonan berhev dikim.Heger ku ez vî karî nekim ez nikarim kireya xanîya ku em lê rûdinin bidim û her wiha ez nikarim zarokên xwe têr bikim.Ez nikarim tu karê din bikim.”

Edîbê Dîab piştî ku hest û ramanên xwe anî ziman ji kesên xêrxwaz alîkariya kirê teleb kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez ji kesên xêrxwaz teleb dikim ku di warê kirê de alîkariya me bikin. Di mala berî niha de min 100 lîre heqê kirê dida, lê  ji ber ku diz ketin mala min ez mecbûr man ku mala xwe biguherînim.Ez a niha li vê derê 250 lîre heqê kirê didim.Heger ji bo kirê alîkariya min bikin ez ê kêfxweş bibim. Ez tiştekî din naxwazim.”

Ji rexê din ve hinek xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê yên ku ji rewşa nebaş a malbata Sûriyê haydar bûne di çarçoveya îmkan û derfetên xwe de hewl didin ji malbatê re alîkariyê bikin.

Gokhan Îşîtmanê ku li Semta Ofîsê rasta Edîbe Dîaba ku çop berhev dikirin hatiye di derbarê rewşa malbata Sûriyeyî de wiha axivî: “Me hevdû li Ofîsê nas kir ku ew wê demê ji ser çopan naylonan  berhev dikir. Piştî ku em çûme ziyareta malbatê me rewşa wan dît û me ji wan re alîkariya erzaqê kir. Ji ber ku em xwendekar in derfet û îmkanên me zêde nînin.Ji ber vê yekê em ji însanên me teleb dikin da ku ji malbata Sûriyeyî re alîkariyê bikin.”(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir