• DOLAR 32.547
  • EURO 34.897
  • ALTIN 2441.096
  • ...
 "Rêwîtiya koçeran a bi zor û zehmet dest pê kir"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Koçerên ku zivistanan welatên germ dijîn bi hatina havînê û destpêkirina hewayê germ re dest bi koçkirinê kirin. Koçer di rêwîtiya ku çendîn roj didome de konên xwe di ciyên minasib de vedidin.

Koçerên dema ku dikevin rê ji gelek derên wek çiya, zozan û rêbejan derbas dibin û di pêvajoya rêwîtiyê de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Koçerên ku li derên germ dijîn ji ber ku hewayê germ dest pê dike diçin zozanên bajarên wek Çewlîg, Erzirom, Mûş û bajarên din ên ku bilindahiya wan zêde ne.

 “Ji bo ku em randiman ji heywanên xwe hilînin em diçin zozanan”

Habîbî Karakuzuyê ku koçertî dike diyar kir ew ji bo ku ji heywanên xwe bi şiklekî baş sûd bigirin diçin koçertî dikin. Dûvre Karakuzu axavtina xwe wiha domand: “Ez li Gundê Deranazika Çewlîgê dijîm. Dema ku hewa zêde germ dibe em ji bo ku randiman ji heywanên xwe hilînin em diçin zozanan. Em diçin Zozanên Kartalê ya ku girêdayê navçeya Kanîreşa Çewlîgê ye. Zozanên Kartalê ya ku gelek navnîşan e hêj jî bi berfê rûgirtî ye. Di zozanê de giyahên cûr bi cûr hene. Em heywanên xwe li wir diçêrînin.”

 “Ji bo rizqê helal em tehemûla vê zehmetiyê dikin”

Karakuzu ragihand ku ew jo bo ku rizqekî helal bidin zarokên xwe vê zehmetiyê dikêşin. Dûvre Karakuzu wiha pê de çû: “Em ji bo ku aboriya xwe bi şiklkeî helal têr bikin hewl didin. Em ji bo pêşeroja zarokên xwe dixebitin. Bi penîrên ku em ji heywanên xwe têr dikin û di zozanan de çêdikin dûvre dişînin bajêr. Bi taybet penîrê me ya meşke navnîşan e. heywanên me li vir qelew dibin û em sexelên xwe bi fiyatekî baş difroşin.”

 “Meha sereşivanekî 4 hezar lîre ye”

Karakuzu belav kir ku heywanên wan her tim di bin kontrola baytar de ye. Karakuzu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heywanên me her tim di bin kontrola baytar de ye. Em şivanên xas digirin. Meha sereşivanê 4 hezar lîre ye. Divê ku ji her tiştê fêm bike. Ji dermanê wî bigire heta xwarin û vexwarina wî.”

 “Emrê min ê 65 salî her tim di rê û zozanan de derbas bû”

Gulsume Turana ku ew jî bi heywandariyê re mişxûl dibe wiha belav kir: “Em diçin zozanan. Li wir em ji şîrê heywanên xwe penîr çêdikin. Em rûn berhev dikin. Heta nija ez ji jiyana xwe razî bûm. Lê êdî ez pîr bûme. Bila vî karê êdî ciwan bikin. Ciwan jî tembel in. Ji vî karê direvin. Emrê min ê 65 salî her tim di rê û zozanan de derbas bû.”

H. Ahmet Turanê xwediyê pez jî diyar kir ku çendîn sal e heywandarî dikin. Turan wiha axavtina domand: “Ez niha 71 salî me. Em ji Depdepa (Karakoçan) Xarpêtê tên û diçin Gimgima (Varto) Mûşê an jî Kanîreşa Çewlîgê. Heywandarî ji bav û kalên me tê. Ez jî didomînim. Hemd ji Xweda re. Di gel her tiştê jiyan xweş e.” (ÎLKHA) 





























































Bu haberler de ilginizi çekebilir