• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Bêdengiya ji qetlîama Baqewsê re sûcê mirovahiyê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

STKyên Îslamî yên Diyarbekirê di derbarê qetlîama Gundika Baqewsa Herbecinê ya ku girêdayê navçeya Sûra Diyarbekirê ye de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de e qetlîam hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê ev qetlîam tu carî neyê jibîrvekirin, xelk ji hesabên erzan re nebe qurban û polîtîqayên zextê mehkûme ku ji holê rabe. Her wiha di daxuyaniyê de hat belavkirin kesên ku mafên însanan diparêzin jî ji dengê xwe ji vî qetlîamê re dernexistine.

PKKyê ku qetlîamê qebûlkiriye di şûna uzr xwestina ji gundiyan de wan wek hevkarî û xayîn îlan kiriye”

Di faxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Di 12ê Gulana 2016an de di saet 22.30an de li Gundika Baqewsa girêdayê navçeya Sûra Diyarbekirê ji teref PKKyiyan ve qamyoneta bombebarkirî hatiye înfilaqkirin û di encama înfilaqê de 16 gundî jiyana xwe ji dest dane. PKKyê ku qetlîamê qebûl kiriye di şûna uzr xwestina ki gundiyan de wan wek hevkarî û xayîn îlan kiriye. Bi vî qetlîamê sûcêkî mezin a mirovahiyê pêk hatiye. Lê rêxistina zalim ji bo ku vî qetlîamê meşrû bike serî li derew, îftira û rêyên din dide. Lê rûşûştiya van kesan didenîşandan ku qet bertakên civakê danaynin ser bendê. PKKya ku vî rûşûştiyê ji xwe re wek kar ecibandiye êdî propexendekirina mirinên însanan ji xwe re wekê amûr bikar tîne.”

Di daxuyaniyê de hat belavkirin ku PKK bi çalakiyên xwe yên tundî hewl dide ku gelê herêmê têxe bin hakimiyeta xwe. Dûvre Daxuyanî wiha hat domandin: “Bîlançoya mirinên ku pevçûnên herêmê derxistiye holê roj bi roj zêdetir dibe. Hinek kes vî yekê wek amûr bikar tînin û bi vî yekê siyasetê dikin. Lê ji bo me yek canê ku belesebeb were kuştin wek çawan ku mirovahî hatiye kuştin. Xwîna her însanên ku li ser rûyê dinê dijîn hêja ye. Idîaya ku PKK wek parastina mafên gelê Kurd diyar dike derew e.”

 “PKK, pêşeroja gel Kurd didize û li ser navê mirovahiyê binê nirxên ku hene dikole”

Di daxuyaniyê de hat belavkirin ku çendîn sal e gelê Kurd bi zext û dûrkirina ji nirxên wan tê dejenerekirin. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Rêxistina ku zarokên biçûk ji malê dûr dike û wan wekê makîna mirinê bikar tîne him pêşeroja gel Kurd didize û him jî li ser navê mirovahiyê binê nirxên ku hene dikole.”

 “Heke parastina can, mal, irz û namûsê di şûna dewletê de PKK bîne cî wî çaxê dê kaos û anarşî derkeve holê”

Di daxuyaniyê de hat belavkirin heke ev bûyer bes bi lêdan serxweşî û tezmînatê were cî dê ev zirarê bide dewletê. Daxuyanî wiha hat domandin: “Wezîfa dewletê ya herî mezin ew e ku ewlehiya gel tesîs bike. Heta ev yek ji teref dewletê ve pêk neyê mirov nikare bibêje dewlet wezîfa xwe pêk tîne. Dema ku ewlehiya gel ji teref dewltê ve neyê tesîskirin wekê ku dewlet di holê de tune. Heke parastina can, mal, irz û namûsê di şûna dewletê de PKK bîne cî wî çaxê dê kaos û anarşî derkeve holê.

Dê roja înê li ber Mizgefta Mezin daxuyaniya çapemeniyê ya komî were lidarxistin

Di dawiya daxuyaniya ku ji teref STKyên Îslamî yên Diyarbekirê ve hat dayîn de wiha hat destnîşankirin: “Bi vî wesîlê em dûbare ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane re ji Xweda rehmet dixwazin û Xweda sebr û sebatê bide malbatên wan. Ji bo ku dawî li van êrîşên ku siwîl wek hedef tên girtin were dê roja înê li ber Mizgefta Mezin daxuyaniya çapemeniyê ya komî were lidarxistin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir