• DOLAR 32.482
  • EURO 34.547
  • ALTIN 2472.605
  • ...
 "Îzahata vî qetlîamê tune"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karûbarên Derve Efkan Ala, Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz û Wezîrê Kevin ê Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker beşdarê teziya kesên ku di teqîna Diyarbekirê de jiyana xwe ji dest dabûn bûn û di teziyê de vî qetlîamê şermezar kirin.

Wezîrê Karûbarên Derve Efkan Ala, Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz û Wezîrê Kevin ê Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker piştî ku mirî hatin definkirin di ciyê teziyê de axavtin kirin.

Wezîrê Karûbarên Derve Efkan Ala êrîşê wek ketlîamê hesiband. Dûvre Ala wiha axivî: “Îro welatiyê me yên ku me wan wek hezkiriyê vî welatê dizaniya û ew her tim ji bo vî welatê dixebitîna bi êrîşa terorê bi şiklekî xwînxwarane hatine qetilkirin. Em niha ji bo teziya wan li vir in.” Dûvre Ala serxweşî li malbatên ku maliyên xwe ji dest dane da û ji bo kesên ku mirîne re rehmet xwest.

Ala destnîşan kir ku teror tu welatê naparêzin. Her wiha Ala di axavtina xwe de nav neda û HDPê rexne kir. Dûvre Ala wiha axavtina xwe domand: “Piştgiriyên van ên siyasî geh geh wekê ku hinek prensîpan diparêzin propexende dikin. Ji gelê me re derew dikin. Ez vî yekê ji bo ku kêmasiya wan derêxim holê dibêjim. Ew welatiyên me yên ku tu kes ji dest û zimanên wan zirarê nabîne qetil dikin. Ew hemî şehîdên me ne.”

Ala destnîşan kir ku îzahata vî qetlîamê tune. Dûvre Ala wiha pê de çû: “Gelê me di bax û baxçeyên xwe de ne. Tu îzahata vî yekê tune ku bi wesayîta bombebarkirî tên gelê me qetil dikin. Ev çawa tê îzahkirin?”

Wezîrê Peşveketinê Cewdet Yilmaz vî êrîşa menfur şermezar kir. Dûvre Yilmaz axavtina xwe wiha domand: “Ev êrîş dide nîşandan ku teror zirarê herî mezin dide gelê me yê ku li herêma me dijî. Zirarê dide 79 milyon însanan lê zirarê herî mezin dide Diyarbekirê û kesên ku li vî herêmê dijî.”

Yilmaz bal kişand ku PKK qetlîamên pêk tîne bincil dike. Yilmaz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev bûyer dan nîşandan ku hurmeta terorê ne ji însan, ne ji qanûn û ne jî ji exlaqê re heye. Makîneya propexendeyê ya vî rêxstinê heye.”

 “Em vî raman, hişmendî û zîhniyetê şermezar dikin”

Wezîrê Kevin ê Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker bal kişand ku ev teqîn ji teref PKKê ve bi qumandayê hatiye teqandin. Dûvre Eker wiha pê de çû: “Em vî raman, hişmendî û zîhniyetê şermezar dikin. Em vî hişmendiya ku fayda wî ne Kurd, ne Tirk ne jî jî tu kesî re heye û bes ji xelkê re taşerontî dike şermezar dikin.” (ÎLKHA)


 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir