• DOLAR 32.61
  • EURO 34.769
  • ALTIN 2498.654
  • ...
Rewşa Nisêbînê ya herî dawî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ku qedexeya derketina derve didome şer bê navber didome. Her wiha dîmena ku ji teref qemereyan ve hatiye kişandin rewşa Nisêbînê ya herî dawî dide ber çavan.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derketina derve ya ku ji 14ê Adara 2016an pê ve dest pê kiriye didome. Her wiha dîmena ku li navçeyê Nisêbîna Mêrdînê  hatiye kişandin texrîbata navçeyê ya herî dawî dide ber çavan. Di dîmena ku hatine kişandin de tê dîtin ku navçe bûye wek kavil.

Dîmena ku li navçeyê hatiye kişandin texrîbata navçeyê dide ber çavan. 15 taxên navenada navçeya Nisêbîna ku nifûza wê 120 hezar e heye. Di nav taxên Firat, Dîcle, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Zeynel Abîdînê de çal û berîqet hene. Nifûza van taxan bi tevahî 80 hezar e. Ji roja ku qedexeya derketina derve ya ku ji 14ê Adara 2016an pê ve dest pê kriye heta îro di wan taxan de şer didome. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir