• DOLAR 32.502
  • EURO 34.596
  • ALTIN 2477.513
  • ...
Cenazeyan teslîmê malbatên wan kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cenazeyên kesên ku di teqîna Diyarbekirê de jiyana xwe ji dest dabûn ji teref malbatên wan ve ve ji mirîxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê hatin teslîmgirtin.

Hat ragihandin cenazeyên kesên ku di teqîna Gundika Baqewsa girêdayê navçeya Sûra Diyarbekirê de jiyana xwe ji dest dabûn ji teref malbatên wan ve hatine teslîmgirtin. Hat ragihandin cinazeyên ku di mirîxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê bû alên tewhîdê hatine pêçandin. Her wiha hat diyarkirin li ser tabûtan navên kesên ku di teqînê de mirîne hatine nivîsandin.

Wekê ku tê zanîn doh êvarê cenazeyên van 13 kesên ku ji bo DNAyê şandibûn Stendolê bi balafirê anîbûn Diyarbekirê. (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir