• DOLAR 32.506
  • EURO 34.774
  • ALTIN 2489.041
  • ...
SON DAKİKA
Di encama teqînê de 8 jin jinebî û 36 zarok jî sêwî man
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di encama teqemeniya ji teref PKKê ve li Gundika Baqewsa navçeya Sûra Diyarbekirê hat înfilaqkirin de 16 kes jiyana xwe ji dest dan û 8 jin jinebî û 36 zarok jî sêwî man.

Nişteciyên ku di derbarê teqînê de ji ÎLKHAyê re axivîn destnîşan kirin ku ew wek gundî dixwazin ku demildest failên vî teqînê werin dîtin.

Ji 4 cesedên ku piştî hatin dîtin 3yê wî hatine definkirin û yekê din jî di mirîxaneya Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê de wek sekinandî maye. Ji bo gundiyên ku jiyana xwe ji dest dane ji gorr hatine amadekirin.

Nişteciyên Gundê Herbecinê hêj jî li pey cesedên ku naxuyên digerin. Gel teziyexaneya ku ji bo kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret dikin. Li gundê ku him jan heye û him jî gel hêrse ev qetlîam hat şermezarkirin.

Abdulselam Yakarê ku di teqînê de 16 xizmên xwe ji dest daye destnîşan ku ku ev qetlîmekî wehşîyane ye. Her wiha Yakar diyar kir ew xeberdar nebûne ku qamyonet bombebarkirî bûye.

 “Piştî encamên testa DNAyê dê ya gorrên cûda yan jî gorra komî were vekirin”

Yakar axavtina xwe wiha domand: “Bi tevahî 16 kes jiyana xwe ji dest dan. Min bi xwe cinazê 3 kesan teslîm hilgirt. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane Remzî Yaman, Ahmet Yaman û Mustafa Yakar hatin definkirin. Me perçeyên kesên din berhev kir têxist nav 8 telîsan. Piştî encamên testa DNAyê dê ya gorrên cûda yan jî gorra komî were vekirin.”

Yakar diyar kir ji 16 kesên ku jiyana xwe ji dest dane 8ê wî zewicandîbûn. Ji ber vî yekê di encama teqînê de 8 jin jinebî û 36 zarok jî sêwî mane. Dûvre Yakar wiha pê de çû: “Malên dayîkan şewitîn û wêran bûn. Ji zarokên dayîkekî bes kesek ma. Yê dayîkekê din ji bes 2 zarok man. Dê deruniya van dayîkan çawa baş bibe? Heta min bihîst ku dayîkekî ketiye tirawmayê. Rewşa me jî baş nînin.”

 “Xweda qehra xwe li kesên ku vî yekê kirine bike”

Yakar ji ber ku siwîlan kirine hedef bertek nîşan da. Dûvre wiha axivî: “Di dinyayê de tenê li vir di vî giraniyê de bombe teqiyaye. Li derekê din tiştekî wiha tune. Em li dijî kesên ku siwîlan ji xwe  re dikin hedef in. Sûcê siwîlan çiye? Niha li ber malê bombe biteqe dê em çi bikin? Agir ket nav gundê Herbecinê. Xweda qehra xwe li kesên ku vî yekê kirine bike.”

Herî dawî Yakar diyar kir wek gundî dixwazin ku failên vî qetlîamê werin dîtin.

Ji xizmên kesên ku jiyana xwe li dest dane Mehmet Yaman jî belav kir ku hinek malperên medyayê dibêjin di wî gundê de îmalatxaneya PKK heye. Yaman destnşan kir ku ev yek derew e. (ÎLKHA)


 



























Bu haberler de ilginizi çekebilir