• DOLAR 32.373
  • EURO 34.971
  • ALTIN 2325.43
  • ...
Malbata zarokên ku êrîşa çekdarî li wan hatibû kirin axivî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke tê zanîn berî vê çend rojan li Elazîzê kesê bi navê Abdulkadir Karakaya êrîşa çekdarî biribû li ser du zarokan bi navê Yusuf Bakşî û Tolga Bakşî.Di êrîşa çekdarî ya ku hatibû kirin de  Yusuf Bakşiyê ku du berik îsabetî serê wî kiribûn giran birîndar û Tolga Bakşî jî sivik birîndar bû.Malbata van zarokan di derbarê bûyerê de axivîn û xwestin ku cezaya herî giran ji kesê êrîşkar re bê dayîn.

Hat hînbûn zarokên ku di êrîşa çekdarî ya ku Abdulkadir Karakaya kir de birîndar bûbûn hêj li nexweşxanê tên tedawîkirin.Rewşa Yusuf Baksîyê ku di êrîşê de 2 berik îsabetî serê wîkiribûn hê jî nebaş e û Tolga Bakşî jî bi ber başbûnê ve diçe.

Bavê zarokan, Huseyîn Bakşî di derbarê mijarê de diyar kir ew dixwazin kesê ku vê wehşetê kiriye bi şikleke giran bê cezakirin.Dê Melahat Bakşî û bav Huseyîn Bakşî ji bona zarokên xwe yên ku tên tedawîkirin re dua teleb kirin.

Dê Melahat Bakşî roja êrîşa ku li zarokên wê hatiye kirin bi vî awayî anî ziman: “Roja bûyerê ez li hundir bûn û zarokên min jî li devê derî li benda serwîsê bûn.Li ser lawê min ê mezin gomlekeke spî hebû.Dema ku ez derketim derve min wî di nava xwînê de dît û jê pirs kir ka çi bû ye.Ji min re got ku şexsekî bi çek êrîşî wî û birayê wî kiriye.Ji min re got here ba birayê min ê biçûk, îxtîyaca wî bi alîkariyê heye.”

Dê Bakşî di berdewama axavtina xwe de diyar kir bila kesê êrîşkar bi şikleke tund bê cezakirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez ji vê derê bang li mezinên dewletê dikim, bila heqê lawên min jê bistînin.Ez ji Xweda Teala teleb dikim ku cezaya herî giran bide wî kesê êrîşkar.Ez ji bo wî îdamê dixwazim.Ev çi hovîtî û ev çi wehşet e.Xweda vê êş û xemginiyê bi tu malbatê nede jiyanadin.”

 “Ji milê Yusufî girtiye 2 berik berdaye serê wî”

Bavê zarokan Huseyîn Bakşî jî di derbarê êrîşa çekdarî ya ku hatiye kirin de diyar kir kesê êrîşkar berî bûyerê çend rojan êrîşê plan kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di derdora wextên nîvro de zarok ji bo biçin mektebê derdikevın devê derî ku kesê êrîşkar êrîşî wan dike.Pêşî 6 berikan berdaye lawê min ê bi navê Tolga.Piştî ku Tolga reviyaye êdî ji milê lawê min ê bi navê Yusuf girtiye û 2 berik berdaye serê wî.Lawê min a niha nebaş e.Haya kesê êrîşkar ji lawê min ê biçûk jî tunebû.Eger ku jê haydar bana ew ê êrîşî wî jî kiribana.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir