• DOLAR 32.316
  • EURO 35.15
  • ALTIN 2297.69
  • ...
SON DAKİKA
PKK li gundê ku lê qetlîam kir xelkê bi hevkariyê  sucdar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn li gundika Baqewsa girêdayê Sura Diyarbekirê kesên PKKyî qamyona bombebarkirî înfîla kiribûn û bûbûn sedem ku 16 kes jiyana xwe ji dest bidin. PKK di daxuyaniya ku di derbarê mijarê  weşand de gundiyan him bi hevkariyê îtham kir û him jî diyar kir kesên ku bombe înfîlak kirine gundî ne.

Dî daxuyanîya ku hatîye dayîn de her wiha hat diyarkirin ku di qamyonê  de teqemenî hebû û ew wê teqemeniyê  dibirin cihekê  din, lê  gundiyan wan asteng kirine. Hat hînbûn di hilbijartinên parlementeriyê  de HDP ji vî gundî ji sedî 80ê  rayan girtiye, lê  belê  ev îthama hevkariyê  ya ku PKK li gundiyan kiriye bi şikleke baş dide fêmkirin ku PKK dema ku bixwaze hemû kesî wek ajan û hevkar dide nîşan.

Bi şikleke aşkere  tê  zanîn kesên PKKyî qamyona bombebarkirî di têketina gund de danîne û ji ba qamyonê  dûr bûne û dema ku gundi hatinen ba qamyonê  kesên PKKyî li ser gundiyan û qamyonê  de guleyan reşendine û ji ber vê  yekê  jî teqemeniya di qamyonê  de teqiyaye û 16 kes di teqînê  de jiyana xwe ji dest dane.Digel vê  rastiya ku tê  zanin hat diyarkirin PKK hewil dide da ku li ser vê  qetliama ku wî bı xwe kiriye bigire.( ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir