• DOLAR 32.322
  • EURO 35.109
  • ALTIN 2293.066
  • ...
Heywandariya ku çavkaniya aboriya herêmê ye bi xelasbûnê re rû bi rû maye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nişteciyên Gundê Devewêriya girêdayê navçeya Erxeniya Diyarbekirê destnîşankirin ji ber pevçûnan heywandariya ku çavkaniya aboriya herêmê ye hatiye rewşa xilasbûnê.

Rêncberên ku li herêmê wek aborî karê heywandariyê dikin belav kirin ji ber ku li herêmê pevçûn heye ew bi şiklekî neyînî ji vî pevçûnê bandordar bûne. Ji ber vî yekê ew wek gundî dixwazin ku çareserî ji vî rewşê re were dîtin.

Ji gundiyan Hacî Yaman diyar kir ev 15 sal e ku wek gundî heywandarî û ajaldarî dike. Dûvre Yaman axavtina xwe wiha domand: “Heywandarî li herêma me debarkirina herî girîng e. Lê em nikarin bi şiklekî herî baş ji vî yekî istîfade bikin. Xwedîkirina heywanan gelek zehmet e. Ew kara ku em ji heywandariyê derdixin bi heman şiklê didin pût û alifên heywanan.”

 “Yaman belav kir ku dewlet bi şert û mercan piştgirî dide rêncberan. Dûvre Yaman axavtina xwe wiha domand: “Dibêjin dê bi şert û mercan rêncber û memûr bibin xwediyê mal. Ji xwe heke em xwediyê van şert û mercan bibin em çima heywandarî bikin. Heke dê piştgirî hebe bila rasterast çêbe. Me heta niha piştgirî nestand. Herî dawî gotin ji rêncberan re 30 hezar TL wek hîbe piştgirî heye. Me jî ji bo vî yekê serîlêdan kir. Lê em nizanin ku gelo dê bidin an ne.”

Yaman diyar kir ji ber pevçûnên li herêmê kirryar û mişterî ji derve nayên û kesên ku heywandarî dikin ji vî yekê neyînî bandordar bûne. Ji ber vî yekê divê ku dewlet ji vî rewşê re çareseriyekî bike.

Ji nişteciyan Mehmet Yaman diyar kir ku heywandarî di nav derfetên zor û zehmet de pêk tê. Yaman wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em heywan xwedî dikin lê miqabilê vî heywandariyê nastînin. Em kayên nîskê didin heywanên xwe û em kîloya vî kayê wek 50 kurîş distînin. Kesê ku xwediyê 150 pezan e divê ku 15 ton ka bistîne. Em ji wan pezan bi şiklekî baş randiman nastînin. Gundê me ji Diyarbekir, Erxenî û Siwêregê dûr e. Şaredarî ji adanê ji 100ê 2 komîsyon distîne. Dema ku em adanê wek şîr, mast û penîr didin kargehek ew jî ji 100an 10 komîsyon distîne. Dema ku em ji bo heywanên xwe ka distînin hinek kes perê pêşin dixwaze. Ji ber ku perê me tune em deyndarê ciyan dibin. Hemd ji Xweda re ku rizqên kesên ku karên wî heywandarî ye ji teref Xweda ve tç dayîn. Nexwe qiweta me nagihêjê.”

Yaman wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji ber ku derfetên me tune em nikarin heywanên xwe bibin herêmên Erzirom, Çewlîg û Mûşê.” (ÎLKHA)


 































Bu haberler de ilginizi çekebilir