• DOLAR 32.562
  • EURO 34.792
  • ALTIN 2491.739
  • ...
 "Telebên meşrû yên Kurdan ji ber dengê bombeyan êdî nayên bihîstin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 “Me xeletîyên pêvajoya çareseriyê bi dengeke bilind bang kir”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de qala pêvajoya çaresiriyê kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku me partiya xwe damzirand meseleya Kurdan dihat axavtin.Pêvajoyeke ku bi navê pêvajoya çareseriyê dihat binavkirin dest pê kiribû. Lê di pêvajoya çareseriyê de azadî û heqên esas dibûn mijara bazariyê.Di zemîneke çewt de bi rê û rêbazên çewt hewl dihat dayîn da ku mesele bê çareserkirin û ji derdorê re dîmeneke bi vî awayî dihat nîşandan.Wê demê me çewtî û xeletîyên pêvajoyê bi dengeke bilind bang dikir.Me got ku, pênasa meselê xelet tê kirin, sedema muşkîlê rejîma kemalîst e, hûn ji ser encaman de derdikevin rê û hewl didin da ku bêhna çiravê ji rastê rabikin, hûn bi mêşan mijûl dibin. Eger ku hûn çiravê  ziwa nekin ew ê ew bêhna pîs cardin derkeve holê, ew ê di çiravê de dîsa mêş çêbibin. Me van tiştan yek bi yek got. Kesên ku ji pergalê re vaziyet dikirin bi me de xeyidîn û tehemmul nekirin ku dengê me bê bihîstin.Vaye encam di holê de ye.Xwezî çareseriyeke adil derketiba holê.Baş e gelo çareserî çi ye? Çareserî ji nû ve tesîskirina edaletê ye.”

 “Telebên meşrû yên Kurdan ji ber dengê bombeyan êdî nayên bihîstin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji enqaza Sûrê a niha jî perçeyên cesedan derdikevin û ji sikakên Nisêbînê jî bêhna miriyan tê.Yapicioglu dû re wiha pê de çû: “Ji xortên Kurdan re muameleya kerên mayinan kirin.Ji bona ji xwe re rê vebikin wan şandin kuştinê.Xwezî rêya ku dixwastin vebikin rê bana.Di navenda bajêran û rêyan de bi tonan bombe bi cî kirin û diteqînin.A niha dest bi xerakirina gundan kirin.Gelo encam bû çi? “Telebên meşrû yên Kurdan ji ber dengê bombeyan êdî nayê bihîstin.Meseleya Kurdan ji nû ve dîsa tenê wek  muşkîleya asayîşê tê dîtin.Berî niha jî min gotibû û ez dixazim cardin ji vê derê bibêjim.Ji qetilkirina her însanê ku bi teqemenî û mayinên rêxistinê tên qetilkirin û ji her malên ku tên xerakirin dewlet jî berpirsîyar e. Ev dorhêla pevçûnê bi şikleke aşkere dihat.Ev qas teqemenî di rojekê de nehat bicîkirin û ev qas çek û sileh di rojekê de nehatin belavkirin.Ew kesên ku ji parastina can û malê xelkê mesûl bûn vê yekê tenê temaşa kirin û îxtîmalê ku ji vê re zemîn hatibe tesîskirin.Ji rexê din ve ji wan malên ku bi berikên tankan xera dibin û ji mirina her însanê ku bi berikên polês û eskeran dimirin ew kesên ku van pevçûnan kişandina navenda bajêran mesûl û berpirsîyar in.Heta ew kesên siyasetmedar ên ku ji vê yekê teşwîqan dikirin û ew kesên ku ji bicîkirina taqemeniyan a sikakan re bêdeng diman jî ji van mesûl û berpirsîyar in.”

Yapicioglu di dawiya axavtina ku kir de diyar kir divê zimanê xelkê Kurd jî bibe zimanê fermî û divê pêşîya li mektebên dewletê dayîna dersen bi Kurdî bê vekirin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir