• DOLAR 32.512
  • EURO 34.566
  • ALTIN 2491.999
  • ...
Li Çewlîgê qezaya kar: 1 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li navçeya Bongilana (Solhan) Çewlîgê kakerê ku di înşeata bendavê de dixebitiya ji ber ku ji înşeatê ketibû jiyana xwe ji dest daye.

Gor agahiyên hatine bidestxistin Servan Arliyê 35 salî yê ku li Gundê Kaleyê di Santrala Hîdroelektrîk û Bendava Kalehanê de dixebitiya ji ber ku hevsengiya winda kir ji înşeatê ket. Arliyê ku bi şiklekî giran birîndar bû di gel hemî midaxaleyan jiyana xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ku cenazeya Arliyê ku zewicandî û xwediyê 2 zarokan e rakirine mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Bongilanê. Her wiha di derbarê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir