• DOLAR 32.639
  • EURO 35.239
  • ALTIN 2504.485
  • ...
Ji betalbûna bernameya Nureddîn Yildizî re beretek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber ku di encama protestoya komên çepgir de bernameya Serokê Weqfa Doku Sosyalê Nureddîn Yildizî ya ku dê li Sînopê bihatiba lidarxistin hat betalkirin ji bajarê Bursayê bertek hat nîşandan.

Di derbaçrê mijarê de Tevgera Wehdeta Ummetê ya Taxa Emîrsultanê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de ji ber ku ev bername hat betalkirin bertek nîşan da.

Li ser navê komê Esat Gur xwend. Gur wiha pêde çû: “Di van rojên dawî de wîdoyo û dîmenên kevin ên Serokê Weqfa Doku Sosyalê Nureddîn Yildizî wek perçe perçe hatiye berhevkirin. Bi vî yekê re hinek kesên ehlê şerê Nureddîn Yildizî ji bo ku xirab bidin nîşandan hewl didin û bi vî yekê re di nav hesabekî de ne ku êrîşê li Îslam, Qur’an û Resulullah tê kirin. Bernameya ku dê di 12ê Gulana 2016ê de li Sînopê bihatiba lidarxistin di gel hemî destûran ji teref hinek kesên ve hat astengkirin. Di encama vî eykê de Walîtî û Ewlehiya Sînopê nehêştiye ku Xoce Nureddîn Yildiz têkeve nav bajarê Sînopê. Ev astengkirina ku ji teref koma ku her tim qala demoqrasiyê dikin ve hatiye çêbûye bi tu wechê nayê qebûlkirin.”

Gur destnîşan kir ku edalet ji her kesê re pêwîst e. Dûvre Gur daxuyaniyê wiha domand: “Em wek Tevgera Wehdeta Ummetê ya Taxa Emîrsultanê kesên ku bûne sedema vî yekê, kesên ku dengê xwe ji vî yekê re dernaxin em hewalê Xwedê Teala dikin.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir