• DOLAR 32.591
  • EURO 34.808
  • ALTIN 2511.246
  • ...
Bi dîmenan rewşa herî dawî ya Şernexê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn li bajêr di 14ê Adarê de ji bona çalên ku PKKyiyan vekiribûn bên girtin û ji bona barîkatên ku hatine danîn bên rakirin qedexeya derketina derve hatibû îlankirin ku ji wê rojê ve li bajêr pevçûnên tund bênavber berdewam dikin.Di pêvajoya pevçûn û qedexeya derketina derve de gelek camî û mekteb hatin şewitandin û gelek avahî hatin texrîbkirin.Dîmenên nû yên texrîbatên ku ji ber pevçûnan pêk hatine derketin holê.Dîmenên ku ji bajêr hatine girtin  rewşa herî dawî ya bajêr didin ber çavan.

Di dîmenên ku ji Taxa Dîcleya Şernexê hatine girtin de tê dîtin Mizgefta Darusselam û gelek avahî ji ber pevçûnan zirar dîtine û texrîb bûne.Her wiha gelek malên li taxê ji ber pevçûnan êdî nayên bikaranîn.Mektebên li bajêr an şewitînî an jî texrîb bûne.

Her wiha li hewşa Dibistana Navîn a Sema Cingillioglu  pişîkên birçî û tî hatin dîtin ku ev yek jî trajediya bajêr nîşan dida.

Li gor ku hatiye ragihandin li bajêr ji sedî 86ê operasyonan xelas bûne, di operasyonên ku ji 14ê Adarê vir ve didomin de  heta niha 355 PKKyî hatin kuştin, 164 barîkat hatin rakirin,21 çal hatine girtin û 944 teqemenî jî hatin îmhakirin.(ÎLKHA)







































Bu haberler de ilginizi çekebilir