• DOLAR 32.377
  • EURO 35.09
  • ALTIN 2326.339
  • ...
Haziriyên kongreyê yên HUDA PARê berdewam dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Kongreya Mezin a Derasayî ya 2yemîn a HUDA PARê ew ê sibe li Enqerê li Qesra  Pêşangaha Werzîşê ya Ataturkê  bê tertîpkirin.Beriya kongreya sibe temamê haziriyan berdewam dikin.

Arîkarê Serokê Giştî Erdal Elîbuyukê ku ji danasîna çapemeniyê berpirsîyar e  di derbarê haziriyên kongreya sibe de agahî parve kir. Elîbuyuk di derheqê kongreyê de diyar kir haziriyên wan ew ê îşev bî dawî bibin û ew ê ji wextên êvarî pê ve temamê teşkîlatên wan werin Enqerê.

Elîbuyuk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kongreya me ew ê sibe di seat 10.00an de dest pê bike.Ji derveye welêt û ji nava welêt ew ê mêvanên me bên.Em temennî dikin kongreya me di nava aramîyê de xelas bibe û encamên wê jî ji xelkê me û ji welatê me re bibin wesîleya xêran.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir