• DOLAR 32.368
  • EURO 34.977
  • ALTIN 2325.269
  • ...
Malkoç: Di makeqanûna nû de ew ê tarîfa laîktiyê hebe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Elazîzê konferansa Pergela Serokatî û Makeqanûna nû hat tertîpkirin. Parêzer Şeref Malkoçê ku Serekşêwirmendê Serokkomar e jî beşdarî vê konferansê bû. Şeref Malkoç di konferansa ku hat tertîpkirin de diyar kir bi vegotina laîktiyê dîneke nû tê tarîfkirin.

Di konferansa ku hat tertîpkirin de Serokê Şaredariya Elazîzê Mucahît Yanilmaz  û Waliyê Elazîzê Murat Zorluoglu jî beşdarî konferasa ku hat tertîpkirin bûn û axavtinekê kurt kirin.

 “Ew ê di makeqanûna nû de tarîfa laîktiyê bê kirin, lewra hewl dan di bin navê laîktiyê de bêdîniyê tetbîq bikin”

Parêzer Şeref Malkoçê ku Serekşêwirmendê Serokkomarî di konferansê de di derbarê laîktî û makeqanûna nû de axavtinek kir. Malkoç di axavtina ku kir de diyar kir ew ê di makeqanûna nû de tarîfa laîktiyê bê kirin, lewra hewl dan di bin navê laîktiyê de bêdîniyê tetbîq bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li qerara girtina Partiya Refahê,ya Partiya Fazîletê û li qerara Mehkemeya makeqanûnê ya di derbarê hîcabê de binêrin û van qeraran bixwînin.Di bin navê laîktiyê de dîneke nû tê tarîfkirin.Li vî memleketî ji dînekî din re îxtîyac nîne.Ew ê di laîktiyê de azadiya dîn û wîcdanê hebe.Ew ê pênasîna laîktiyê bê kirin û ew ê azadiya dîn û wîcdanê hebe.Hemû kes li gor bawerîya xwe ew ê bawer bike, ew ê herkes weke ku dixwaze bawer bike û perwerdeya bawerîya xwe bijî.”

 “Em di makeqanûna nû de pergela serokatiyê weke pergala hikûmetê pêşnîyaz dikin”

Malkoç di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê Serokatiya Karên Diyanetê jî di makeqanûna nû de hebe û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ew ê ev makeqanûna nû weke ku millet dixwaze bê tertîpkirin. Em di makeqanûna nû de pergela serokatiyê weke pergala hikûmetê pêşnîyaz dikin û di vê de tereddud tune ye.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir