• DOLAR 32.569
  • EURO 34.881
  • ALTIN 2434.873
  • ...
SON DAKİKA
 "Bila nebin sedema windakirina baweriya me ya bi edaletê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Niştina ewil a Doza Cafer Gîzliyê ku li Mêrsînê ji teref komekî PKKyî ve hatibû qetilkirin dê di 17ê Gulana 2016an de were dîtin.

Salîh Gîzliyê bavê Cafer Gîzlî di derbarê doza ku dê li Mehkemeya Cezaya Giran a Silîfkê were dîtin de ji ÎLKHAyê re axivî. Gîzli diyar kir ew dixwazin ku edalet û heqî pêk were.

Bav Gîzlî ji ber ku di vî dozê de bes kesek tê darizandin bertek nîşan da. Her wiha Gîzlî diyar kir ku gelek kes bûne sedema qetilkirina lawê wî.

Gîzlî darizandina tenê kesekî ya di derbarê vî dozê de wekê qetilkirina edalet û heqê ye. Dûvre Gîzlî axavtina xwe wiha domand: “Vî bûyerê bes kesekî li dar nexistiye. Ev cinayet wek zanîn hatiye kirin. Bûyer çend roj berê dest pê dike. Amadehî li sahîlê dest pê dike. Digel mamosteyek koma êrîşker êrîşê koma ku lawê min jî tê de ye dikin. Li vir bes kesê ku kêrê bikar aniye hatiye girtin. Ev yek jî qetilkirina edalet û heqiyê ye. Ez bawerim ku dê ev hemî dê di 17 Gulanê de were eşkerekirin.”

Bav Gîzlî destnîşan kir ku dê qempê de îxmalkarî hebûye. Ji ber vî yekê pêwîst e ku rêvebir jî werin darizandin. Dûvre Gizlî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Personel û rêvebirên ku rastiya bûyerê vedişêrin li me geriyan. Rêvebiran hewl dan ku bûyer bes di nabeyna 2 kesan de qewimiye û bûyerekî biçûk e. Em dibînin ku bûyer di nabeyna 2 kesan de neqewimiye. Em dixwazin ku personel û berpirsyar jî werin darizandin.” (ÎLKHA)


 





Bu haberler de ilginizi çekebilir