• DOLAR 32.372
  • EURO 34.984
  • ALTIN 2325.69
  • ...
Diyarbekiriyan ji îdamkirina Rahman Nîzamî re bertek nîşan dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn berî vê çend rojan ji teref hikûmeta Hesînaya laîk ve Pêşewayê Cemaet-î Îslamî Motîur Rahman Nîzamî hatibû îdamkirin. Ji vê îdama ku hat kirin re hêj bertek didomin.Xelkê Diyarbekirê yê ku nimêja xwe li Mizgefta Mezin eda kir piştî nimejê li hev civiyan û ji îdama ku hatiye kirin re bertek nîşan dan û  hikûmeta Bagladeş  tel’în kirin.

Daxuyaniya çapemeniyê li ser navê STKyan ji teref Recep Îdîkut ve hat xwendin. Îdîkut di daxuyaniya xwend de diyar kir tu sebebên meşrû yên van cinayet û kiryarên ku li dijî Mislimanên li Bangladeşê tên kirin nîne.Îdîkut di berdewama daxuyaniyê de diyar kir  hikûmeta Bangladeşê bi hincetên beredayî hewl dide ku Cemaet-î Îslamî tine bike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em baş dizanin sedema vê tinekirinê çi ye. Çima ku Cemaet-î Îslamî li ser navê ummetê nedixwast ji Pakîstanê cuda bibe ku ev hikûmet vê yekê ji tinekirinê re kir sedem.”

Digel temamê zilmên ku hatine kirin Cemaet-î Îslamî serî li şidetê neda

Îdîkut di berdewama daxuyaniyê de diyar kir digel temamê zilmên ku hatine kirin Cemaet-î Îslamî serî li şidetê neda.Îdîkut dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Gelek endamên Cemaet-î Îslamî hatin îdamkirin û gelek ji wan jî di zindanan de jiyana xwe ji dest dan.Lê digel temamê zilmên ku hatine kirin Cemaet-î Îslamî serî li şidetê neda.Cemaet-î Îslamî bi tewra xwe nîşan daye ku ew terefdarê aştî û edaletê ne  û hewl da da ku li welêt dorhêla aramîyê pêk bê.Ji ber vê yekê jî serî li ber zextan netewandiye.”

Îdîkut piştî van gotinan wisa bang li zaliman kir: “Pêwîst e temamê zalimên dinyayê vê zanibin di dîroka me ya mucadelê de jiyana wan şexsiyetên ku ji Xweda pê ve îtaatî tu kesî nekirine li ber me wesîqeya fexrê û îftîxarê ye. Kesên mîna Şêx Saîd Efendî, Hasan Elbenna, Seyyîd Kutup, Şêx Ehmed Yasîn,  Abdulkadîr Molla û Motîur Rahman Nîzamî dustûrekî tenê ji xwe re kirin felsefeya jiyanê.”

Ji bona ev zilm û îdam bi dawî bibin pêwîst e pêwendî û têkilîyên bi Bangladeşê re ji ber çav bên derbas kirin

Îdîkut di dawiya daxuyaniyê de bang li temamê Mislimanan  û kesên xwediyê hesasiyetê kir û ji wan wisa xwest: “Em bang li wan dewletên ku parîkê xwediyê edalet û wîcdanê ne dikin. Li dijî van kiryarên dewleta Bangladeşa zalim a li dijî însanan êdî tiştinan bikin û tevbigerin.Ji bona ev zilm û îdam bi dawî bibin pêwendî û têkilîyên xwe yên bi Bangladeşê re ji ber çav derbas bikin.Hekena ew ê ev cinayetên birêvebira pêlîstik berdewam bikin.Bi vî awayî jî hûn ê jî bibin şîrîkê van sûcan.”

Îdîkut  wiha dawî li daxuyaniyê anî: “ Ew dîkatoriya neteweyî ya Bangladeşê digel zilmên ku kiriye ew ê rojekî tine bibe. Lewra gelek fîr’ewin, nemrut, Ebu Cehîl û Şaron qehir bûn û çûn. Em bawer dikin ew ê rojek bê zalimên mîna kesên Hasîna , Beşşar, Sîsî û Netenyahu  jî heman aqibet bê serê wan jî û ew ê jî têkevin cehnemê.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir