• DOLAR 32.468
  • EURO 34.818
  • ALTIN 2478.936
  • ...
Li Elazîzê êrîşa çekdarî li 2 zarokan hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kesê bi navê Abdulkadîr Karakaya li taxa Salibabayê êrîşa çekdarî bire li ser 2 zarokan. Hat hînbûn Abdulkadîr Karakaya bi bavê zarokên ku êrîşa çekdarî biriye li ser wan re hisûmetdar e.Di êrîşa çekdarî ya ku hat kirin de berikek îsabetî serê zarokekî kir.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin bûyer li taxa Salibabaya Elazîzê pêk hat. Kesê Abdulkadîr Karakaya çû ber mala Huseyîn Bakşiyê ku di naveyna wan de hisûmet hebû. Karakayayê ku hat ber malê dît ku zarokên  Huseyîn Bakşiyên ku hisûmet di naveyna wan de hebû derdikevin derve. Abdulkadîr bi şikleke hovane li ser zarokan de berik reşand.Di êrîşê de berikek îsabetî serê Yusuf  Bakşî(9) kir û her wiha jî çend berik jî îsabetî Tolga Bakşî kirin.

Piştî êrîşa çekdarî êrîşkar Abdulkadîr Karakaya ji cihê bûyerê reviya.Her du zarokên birîndar jî rakirin nexweşxanê.Hat hînbûn rewşa Yusuf Bakşî pir xedar e.

Li gor agahiyên ku  ji kesên şahid hatine wergirtin kesê êrîşker pêşî di serê Yusuf Bakşî de berdaye û dû re di ser Tolga Bakşiyê ku hewl dida bireve de berik reşandiye.

Hat hînbûn Karakaya digel damençeya ku bi kar aniye hatiye girtin û di derbarê bûyerê de lêkolîn hêj berdewam dike.

Naskirîyên kesên birîndar diyar kirin ew her du zarok jî her sal beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz a ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tê tertîpkirin dibûn.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir