• DOLAR 32.381
  • EURO 35.08
  • ALTIN 2325.29
  • ...
Hûrgiliyên teqînê derketin holê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn duh êvarî li gundika Baqewsa girêdayê navçeya Sûra Diyarbekirê qamyona bombebarkirî înfîlak kir û di encama teqîna qamyona bombebarkirî de gelek birîndar û mirî çêbûn.Hûrgiliyên  teqînê yek bi yek derdikevin holê.

Li gor agahiyên ku ÎLKHAyê ji çavkaniyên mehelî wergirtine qamyona bombebarkirî pêşî li ber komek malên ku ji gundê Tanişikliyê 3 kîlometreyê dûr e hat parkkirin.Hinek kesên ku xwediyê malan bûn ji ber ku ji qamyonê ketine şibhê ji kesên ku di qamyonê de bûn xwestin ku qamyonê ji cihê ku hatiye parkkirin rabikin.Ji ber vê yekê kesên ku di qamyonê de bûn ku tê diyarkirin ev kes PKKyî ne çekên xwe hilgirtin û gefê li gundîyan xwarin.Ji ber ku bûyer mezin bû kesên di qamyonê de digel qamyonê ji cihê bûyerê bi şikleke lez ji cihê bûyerê dûr bûn.

Xwedîyên malan ji ber vê yekê xeber dan naskiriyên xwe yên ku li gundê Herbê Cinê bûn,ji ber dayîna vê xeberê ehlê gundê Herbê Cinê hewl dan pêşîya qamyonê bigirin.Ji ber vê yekê nîştecihên gund qamyona bombebarkirî ya ku ji gund bi lez derbas bû taqîp kirin.

Digel 7 wesayîtan dest bi taqîba qamyona bombebarkirî kirin

Qamyona bombebarkirî ya ku ji teref 7 wesayîtên ku di wan de 17 kes hebûn ve dihat taqîpkirin li gundika Baqewsê li ber çemê Dîcleyê hat sekinandin.Ji ber ku kesên di qamyonê de bûn gule reşandin demeke kurt pevçûn derket, piştî pevçûnê qamyona bombebarkirî bi dengeke mezin înfîlak kir.Lê belê hêj sedema teqînê nayê zanîn.Li ser du îxtîmalan tê sekinîn.A yekem îxtîmal e ku teqîn ji ber pevçûnê pêk hatibe, ya duyem jî kesên di qamyonê de bombe înfîlak kirine.

Hat dîtin ji ber teqînê hinek wesayîtên ku qamyonê taqîp dikirin bi temamî perçe bûne û her perçeyekî wan li derdorê belav bûne.Hat ragihandin kesên di qamyonê de û kesên ku wan taqîp dikirin hemû mirine. Di derbarê hejmara miriyan de hêj hejmareke teqez nîne, lê herî kêm ji 15 kesî xeber nayê girtin.

Nasnameya 8 kesên ku jiyana xwe ji dest dane diyar bûn

Heta niha hatiye tespit kirin kesên bi navê Orhan Yakar, Seyîtxan Yakar, Remzî Yaman, Ugur Yaman û Tevfîk Yaman, Ahmet Yaman, Hasan Aşrak û  Mustafa Yakrak di teqînê de jiyana xwe ji dest dane.Di derbarê nasnameya kesên din de hêj agahiyek tune ye.

50 kes birîndar bûn

Hat ragihandin ji ber teqînê herî kêm 50 kes birîndar bûne.Navê hinek kesên ku di teqînê de birîndar bûne bi vî awayî hatin ragihandin: “ Musa Yaman (32), Tarik Yaman  (29), Huseyîn Yaman (12), Fatma Yaman (26), Mehmet Raîf Yaman (23), Ragip Yaman (36), Sedat Yaman (22), Fehmî Ozçelîk (17), Askerî Ozçelîk (29), Bedîa (31), Ayhan Ozçelîk (15), Mehmet Ozçelîk  (14), İdrîs (10),   pîrekeke paşnava wê Ozçelîk e û navê wê nayê zanîn (36), Haci Ozçelîk (18), İbrahîm Ozçelîk  (11), Hasan Ozçelîk (16), Fatma Ozçelîk (41), Mahmut Ozçelîk (3), Oktay Ozçelîk (12), Mustafa Ozçelîk  (1), Oya Ozçelîk (31), Abdulkadîr Yakrak (29

Gundîyan dema teqînê anîn ziman

Muxtarê Taxa Sarikamişê Abdulmenaf Karakaş di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî û dema teqînê bi vî awayî anî ziman: “Duh êvarî piştî teqînê ez li çend cihan geriyam, lê min agahiyeke eseh wernegirt.Min ji gund li yekî geriya.Wî kesî ji min re got ku gund tarûmar bûye.Bi rastî jî dema ku ez hatim gund hawar hawara pîrek û zarokan bû û  her wiha ez rasta perçeyên dest û goştê însanan hatim.”

Karakaş di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “ Min bûyerê ji kesên li gundikê bûn pirsî.Ji min re gotin ku qamyonek hatiye gund û li dûv wê de jî 7-8 wesayît çûne.Wesayîtên ku di pey qamyonê de çûne bi keleşan li ser qamyonê de reşandine, kesên ku li gundik rûdiniştin piştî teqînê derketine derve ku di vê demê de teqîn pêk hatiye.”

 “15 windabûyî hene”

Karataş di berdewama axavtina xwe de diyar kir hinek kesên nîştecihên gundika Baqewsê gotine ku 15 kes windabûyiyên wan hene û Karataş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gundê li hember dibêje ku ji wan 15 kes winda bûne. Doh êvarî ceseda 5 kesan hat dîtin, ji van cesedan 4 kes hatin tespîtkirin.Vê şeveqê jî me 6-7 perçeyên dest û mil dît û me wan şand.Hêj tê vekolîn kirin ka perçe aîdî çend kesan e.Ji ber teqînê gelek mal gelek zêde zirar dîtin. Her wiha gelek zêde birîndarên me hene ku tedawiya wan li nexweşxanê didome.”

 “Perçeyên cesedan belavî her derî bûne”

Ji nîştecihên gund Mehmet Ozçelîk di derbarê teqîna ku pêk hatiye de wiha axivî: “Di wextên êvarî de mêvanên me hebûn , em di hundir de rûdiniştin. Dengê çekan hate guhê me, me qey got naskiryên me ne. Me kir ku derkevin derve teqîn pêk hat. Ji ber teqîna ku pêk hat zarok giriyan û însan jî kirin hawar hawar. Hemû kes ji nişka ve xwe avêtin derve. Nêzî 60 kesan birîndar bûbûn, me gazî ambûlansê kir.Lê ambûlans dereng hatin.Ji ber vê yekê me çareya serê xwe nihêrt û bi hewldanên xwe çend kesên birîndar rakire nexweşxanê.Ez li cendirmeyan  geriyam , ji min xwestin ku ji wan re bûyerê bînin ziman. Di teqînê de destê hinekan û piyên hinekan jê bûbûn.Perçeyên cesedan li çar aliyê gund belav bûbûn.”

 “Kî heqê me xwaribe Xweda Teala heqê me li ba wan nehêle”

Hamdiye Ozçelîka ku di teqînê de 3 zarokên wê birîndar bûbûn di derbarê bûyerê de wiha axivî: “Em li malê rûdiniştin ku dengê çekan hat.Dû re jî dengê teqînê pêk hat û ceyran qut bûn.3 zarokên min ji ber teqînê birîndar bûn.Ji zarokên min rewşa yekî ji wan nebaş e.Ez çi bibêjim, kî heqê me xwaribe Xweda Teala heqê me li ba wan nehêle.”(ÎLKHA)



































Bu haberler de ilginizi çekebilir