• DOLAR 32.551
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2490.31
  • ...
 "Li pey cinayetên Çeçenan de Kadîrov û îstîxbarata Rûsyayê heye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn berî vê çend rojan li Taxa Korfez Îlîmtepeya navçeya Îzmîta girêdayê Kocaeliyê, Çeçenekî bi navê Ruslan Îsrapîlov hatibû qetilkirin. Serokê ÎMKANDERê Murat Ozer di derbarê vê qetilkirina ku hatiye kirin de nirxandinan kir û diyar kir: “Di pey cinayetên Çeçenan de îstîxbarata Rûsyayê û rejîma Kadîrovê ku di bin emrê Rûsyayê de ye heye.Ruslan Îsrapîlov di ya rastiyê de ne şervanek bû.Lê li Çeçenîstanê li dijî Kadîrov tevdigeriya û ji ser medyaya civakî hewl dida da ku muxalefetê bike.Tenê ji ber vê sedemê li Çeçenîstanê hat binçavkirin û di pêvajoya binçaviyê de ji du tiliyên xwe bû.Ew û digel malbata xwe mecbûr man ku koçî Tirkiyeyê bikin.Lê li vir jî wî teqîp kirin û di nîhayetê de wî şehîd kirin.”

Serokê ÎMKANDERê Murat Ozer di berdewama axavtina xwe de diyar kir mîlîsên ku girêdayê Kadîrov û îstîxbarata Rûsyayê ne di van çend salên dawî de gelek fealîyetên bi lez dikin.Ozer dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dibînin ku li Tirkiyê gelek zêde hevkariyên wan hene.Heger ku cezayên pêwîst ji van qatilan re neyê dayîn ew ê ev qatlîam berdewam bikin.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir