• DOLAR 32.505
  • EURO 34.963
  • ALTIN 2434.011
  • ...
Li Diyrbekirê êrîşa bombeyî: 3 mirî 22 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Baglara navenda Diyarbekirê di derdora Fermandariya Parartêşa 7 emîn de di dema derbasbûna wesayîta polêsan de êrîşa bombeyî hat lidarxistin. Di encama êrîşê de 3 kes mirin 22 kes jî birîndar bûn.

Êrîşa ku di saet 16.30an de pêk hat li gelemperê bajêr hat bihîstin. Gelek ambulans û polês sewqê ciyê bûyerê kirin.

Erîşa bombeyî ya ku bûye sedema mirina 3 kes û birîndarbûna 22 kesan ji ber ku di derdora ciyê êrîş pêk hatiye de qehwexane heye tê diyarkirin ku dê jimara birîndaran zêde bibe. Hat ragihandin ku jio birîndaran 12 kesî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Seleheddîn Eyyûbiyê.

Her wiha hat ragihandin ku ji 22 birîndaran 7ê wî PKKyî ne.

Di derbarê teqînê de hêj tu daxuyaniyekê fermî nehatiye dayîn. Her wiha hat diyarkirin ev êrîşa ku ji wesayîta bombeyî pêk hatiye ji ber ku bandora wî zêde bûye perçeyên wesayîtê belavê hawîrdora ku kîlometrekê zêdetir ji dera êrîşê dûr e bûye. (ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir