• DOLAR 32.381
  • EURO 35.066
  • ALTIN 2324.96
  • ...
"Di gundê me de tu xizmet tune"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nişteciyên Gundê Devewêriya girêdayê navçeya Erxeniya Diyarbekirê ya ku nifûzê wî nêzê 250 kesan e dest nîşan kirin ji ber ku pirsgirêkên wek binkeya tendirustiyê, ceyran, rê, av û perwerdehî nehatine çareserkirin mexdûr in. Ji ber vî yekê wan daxwaz kirin ku bila demildest ev pirsgirêk werin çareserkirin.

Ji gundiyan Haci Yaman belav kir ji ber ku rêya gundê wan tune ew gelek mexdûr in. Dûvre Yaman axavtina xwe wiha domand: “Şahrêya gund par hat sazkirin. Lê rêya di nav gund de nayê sazkirin. Ji ber ku karê me heywandarî ye em mecbûr dimînin ku bi tonan pût û alif bînin gund. Birina pût û alifê ya kêleka axûran zehmet e. Dema ku nexweşê me çêdibin em wan pişt dikin û dibin heta devê rê.”

Yaman belav kir ku ji ber bêhnan mirov nikare derkeve derve. Yaman axavtina xwe wiha domand: “Divê ku şaredarî ziblên heywanan ji vir bibe. Lê nabe. Ji ber vî yekê pêşû gund dûrpêş dikin. Karê dermankirinê nayê kirin. Zarok nexweş dikevin. Ev hemî pirsgirêkin. Lê çareserî nayê kirin. Em bi derfetên xwe zibilan paqij dikin.”

Her wiha Yaman bal kişand ku wek gundî pirsgirêka wan ê perwerdehî heye. Zarokên wan bes dikarin heta pola 4 emîn bixwînin. Dûvre ji bo ku perwerdehiya xwe ji derveyê gund didomînin.

“Di gund de binkeya tendirustiyê tune”

Yaman diyar kir ku dixwazin li gundê wan binkeya tendirustiyê were sazkirin. Dûvre Yaman wiha li axavtina xwe zêde kir: “Binkeya tendirustiyê tune. Dema ku nexweşê me çêdibe em mucbûr dimînin nexweşê dibin navçeya Erxeniyê. Ji bo binkeya tendirustiyê me serîlidan kir. Lê me tu encamê bidest nexist. Wek derên din bila li gundê me jî binkeya tendirustiyê hebe û nexweşên ku ne xedar in bila werin tedawîkirin.”

Yaman diyakir ku trafoya ceyranê ji salên 1980an maye û her tim ceyran tê birîn. Dûvre Yaman wiha dawî li axavtina xwe anî: “Pirsgirêka me ya ceyranê heye. Ceyran di rojê de bes saetek an jî 2 saet heye. Ceyran her tim tê û diçe. Trafoya ceyranê ji salên 1980an maye. Me ji bo vî yekê çend caran serî li trafoyê da. Lê tu kesî bi me re eleqedar nebû.”

Di derbarê pirsgirêkên gund de Halîm Yaman wiha axivî: “Gelek pirsgirêkên gundê me hene. Rêyên di nav gund de berbad in. Em aboriya xwe ji heywandariyê têr dikin. Ji ber vî yekê dema ku em zivistanê ji heywanên xwe re alif û pût distînin ji ber rêyan em gelek zehmetî dikêşin. Di gundê me de depoyekê avê heye. Lê feal nînin. Me çendîn car ji rêvebiran re got lê tu kes nehat vî depoyê sererast nekir. Li gundê bes dibistanek heye. Ew jî dibistana destpêkê ye. Gundê me wekê navend e.”

 “Ji ber ku rê tune şaredarî gund derman nake”

Yaman diyar kir ji ber ku şaredarî gund derman nake pêşû gundê wan dorpêç kirine û di encama vî yekê de jî zarokên wan nexweş in. Dûvre Yaman wiha axavtina xwe domand: “Di gundê me de pirsgirêka pêşûyan heye. Şaredarî gundê me derman nake. Wesayîta dermankirinê bes derdora gund derman dike. Dema ku em dibêjin werin gundê me derman bikin, dibêjin ‘rêya gundê we tune. Em nikarin werin.’ Ji ber pêşûyan zarokên me nexweş dikevin.” 

Ji gundiyan Salîm Yaman jî wiha axivî: “Di gundê me de xizmetekê sererast tune. Pirsgirêkên binesazî, rê û avê yên gundê me hene. Ew pirsgirêk wek zanîn nayên çareserkirin. Zarokên me diçin gundekê din perwerdehiyê dibînin.” (ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir