• DOLAR 32.379
  • EURO 35.022
  • ALTIN 2326.145
  • ...
Xelk ji ber bikaranîna madeyên narkotîk kesên rayedar îqaz kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelkê Diyarbekirê ji ber ku li ser qolanên herî qelebalix madeyên hişber tên bikaranîn û her roja ku derbas dibe bikaranîna wan zêdetir dibe bang li kesên rayedar kirin da tedbîrên pêwîst bên girtin.Xelkê ku bang li kesên rayedar kirin her wiha ji kesên  ku xwediyê nasnameya Îslamî ne xwestin ku bi vê meselê eleqedar bibin.Serokatiya Şubeya Yeşîlayê yê Diyarbekirê jî di derbarê mijarê de diyar kir divê STK tev bibin yek li dijî vê illetê bixebitin.

Di debarê mijarê de Murat D.yê ku li navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê îqamet dike diyar kir kesên ku karê madeyên hişber dikin û kesên ku van madeyan bi kar tînin roj bi roj zêde dibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê ewlekarî li dijî vê yekê demildest tedbîran bigire.Heker ewlekarî tedbîrên pêwîst negire wê demê xelk di vî warî de nikare tu tiştî bike.”

Kesê bi navê Yavuz K. jî di derbarê mijarê de diyar kir di belavbûna hejmera kesên ku madeyên hişber li Diyarbekirê bi kar tînin de îhmala ewlekariyê heye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lê ev mesele tenê bi ewlekariyê xelas nabe, bi heman awayî divê civat jî milê xwe bide bin vê barê.Heger ku bê xwestin li dijî vê meselê gelek tişt dikare bê kirin.”

“Di cihê ku tê de bikaranîna madeyên hişber û dizî hebe, teqez li wê derê îhmala hinek kesan heye”

Kesê bi navê Mehmet K. jî di derbarê mijarê de nirxandinan kir û wiha diyar kir: “Di cihê ku tê de bikaranîna madeyên hişber û dizî hebe, teqez li wê derê îhmala hinek kesan heye.Ji ber vê  yekê divê dîqettir bê hereketkirin.Îro lawê wî , sibe lawê me.Qet bellî nabe ev bela ew ê bê serê kî?”

“Ev pirsgirêk encax bi xebatên kesên ku xwediyê nasnameya Îslamî ne dikare were çareserkirin.”

Xwendevanê Zanîngeha Dîcleyê Şîrîn Agaçtutan jî di derbarê mijarê de hest û ramanên xwe bi vî awayî anî ziman: “Ev hînbûniyên bi vî awayî ji ber polîtîkayên çewt ên terefdarên DBPê derketin holê.Di nava van de jî kesên ku vî karî dikin hene.Dev ji astengbûna van kiryaran berdin ew şaredarî berewajî xelkê teşwîqî  van tiştan dike.Îro ew kesên ku van madeyên hişber bikartînin û kesên ku karê van dikin  vebikolin hûn ê bibînin ku hemû jî terefdarê heman komî ne.Ev pirsgirêk encax bi xebatên kesên ku xwediyê nasnameya Îslamî ne dikare were çareserkirin.”

 “STK bila di vê mijarê de bibin yek û dest xebatan bikin”

Serokê Şubeya Yeşîlayê yê Diyarbekirê Yahya Oger di derbarê mijarê de nirxandinan kir û ji bona çareseriya pirsgirêkê fikrên xwe anî ziman.Oger di nirxandina ku kir de bang li STKyan kir da ku di vê mijarê de bibin yek û xebatan bidin destpêkirin.(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir