• DOLAR 32.613
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2523.074
  • ...
Tiryakkêşên li kolanan gel diltirs dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê ji ber zêdeyiya tiryakkêşan gel diltirs e. Ji ber vî yekê gel diyar kir divê ku rêvebir çareserî li vî yekî bikin.

Nişteciyên kûçe û kolanan destnîşan kirin ku ji tiryakkêşan gelek aciz in. Her wiha nişteciyan diyar kirin ji ber ku ev tiryakkêş zarokên wan ditirsînin ew wek dê û bav destûr nadin zarokên xwe ku derkevin derve. Dema ku zarokên van diçin dibistanê û tên ew pirr diltirs in.

 “Berê polês rojê çend caran li vir dizivirîna lê niha em wan carek jî nabînin”

Ji nişteciyan yekî ji ÎLKHAyê re axivî. Niştecî wiha destnîşan kir: “Wekê ku hûn dibînin tiryakkêş kolanan wek war ji xwe re dibînin û gel bi jehrê dixin. Dema ku tarî daket em êdî newêrin ku derkevin derve. Berê polês rojê çend caran li vir diziviriya lê niha em wan carek jî nabînin. Kolanên me bes bi tiryakkêşan nehatine dagirtin. Diz jî kolanan wek war ji xwe re girtine.”

 “Taxa Kurt Îsmaîl Paşayî ji bo armancên xirab tê bikaranîn”

Ji taxiyan yekê din a ku newast navê xwe bide wiha axivî: “Taxa Kurt Îsmaîl Paşayî ji bo armancên xirab tê bikaranîn. Ew wek keç û kur bi hev re rudinên. Ew madeyên xiyandar bikar tînin. Bi taybet piştî bûyerên ku li Sûrê qewimîn ew kesên niyet xirab Sûrê terk kirin û hatin li vir bicî bûn. Polês ji ji ber bûyerên terorî têkilên van kesan nabin. Min di kolanê de dît, piştî ku giyaha wek ‘giyaha Merşê’ tê navandin hûr dikin û dûvre bi pelê cixrê dipêçin û dikêşin. Dûvre ji xwe de diçin. Rastî ev rewş me gelek diltirs dike.”

 “Em li avahiya ku dijîn fihûş û li kolanê jî tiryak naxwazin”

Ji nişteciyên heman taxê kesekî wiha pê de çû: “Li vî derê ku ji bo fihûş bikar dianîn tîje bû. Li vir avahiyan wek rojane kirê dikin û dûvre her cûr neqenciyê dikin. Em dibînin ku her roj jinekê cûda dikeve apartimanê. Me telefon li ewlehiyê kir û alîkarî xwest. Lê wan diyar kirin ku nikarin tişyekî qanûnî bikin. Çend caran jin bi çewtî çûne navnîşanên cûda. Em her tim wan dikin der. Lê heya kû. Em Misliman in û em dixwazin ku wakê Mislimanan bijîn. Em li avahiya ku dijîn fihûş û li kolanê jî tiryak naxwazin.”(ÎLKHA)


 













Bu haberler de ilginizi çekebilir