• DOLAR 32.531
  • EURO 34.749
  • ALTIN 2486.097
  • ...
SON DAKİKA
Niştina ewil a doza Cafer Gîzliyî dê di 17ê Gulanê de were dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Niştina ewil a doza Cafer Gîzliyê ku Wezîrtiya Ciwanî û Werzîşê wan ji bo qempê biribû Silîfkeya Mêrsînê û di qempê de Gîzlî ji teref komek PKKyiyan ve hatibû qetilkirin dê di 17ê Gulanê de li Silîfkê were dîtin.

Di niştina ku dê li Mehkemeya Cezaya Giran a Silîfkê were dîtin de dê bersûc Mehmet Duman were darizandin. Di idîayê de tê diyar kirin ku bersûc Mehmet Duman û hevalên wî yên pê re ji devê behrê kevir û çov berhev kirine û êrîşê li odeya Gizliyî kirine.

Di idîanamê de te destnîşankirin ku êrîşker piştî ku êrîşê li Gîzliyî kiriyeji pencerê ve xwe avêtiye û ber koma êrîşker ve çûye. Her wiha di idîanamê de tê belavkirin ku bersûc Mehmet Duman dema ku hatiye qempê bi xwe re kêr aniye û bi wî kêrê êrîşê Gîzliyî kiriye. Ji ber vî êrîşê Gîzlî dirêjê erdê dibe.

Her wiha di idîanamê de tê destnîşankirin ku di encama vî êrîşê de Gîzlî xwîn winda kiriye û di encama birîndarbûna demarên wî de jiyana xwe ji dest daye. Piştî vî yekê koma êrîşker li wezîfedarekê ku di qempê de dixebite geriyaye û rewşê jê re qise kiriye. Li ser vî yekê cendirme hatiye û midaxaleya vî bûyerê kiriye.

Di idîanamê de hat diyarkirin ku bersûc Mehmet Duman sûcê xwe qebûl kiriye. Kêra ku di êrîşê de hetiye bikaranîn ji bo ku were diyarkirin gelo xwediyê kêrê êrîşker e ya ne şandine Serokatiya Daîreya Têkiliyên Bersûcan a Cendirmeya Enqerê.

Wekê ku tê bibîranîn Cafer Gîzlî di 31ê Çileya Paşîn a 2016an de li Silîfkeya Mêrsînê di qempa ku ji teref Midûrtiya Bajêr a Xizmetên Ciwanî û Werzişê ya Mêrsînê ve hatibû lidarxistin de ji teref komek alîgirên PKKyiyan ve hatibû qetilkirin. (ÎLKHA)


 





Bu haberler de ilginizi çekebilir