• DOLAR 32.324
  • EURO 35.097
  • ALTIN 2308.233
  • ...
 "Em ê di çarçoveya şîarên Îslamî de li dijî îhlalên mafên însanan mucadele bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamên damezrîner ên Cemîyeta Mafên Mirovan di bernameya danasînê ya cemîyetê de nirxandinan kirin û diyar kirin ew ê di çarçoveya şîarên Îslamî de li dijî îhlalên mafên însanan mucadele bikin û ew ê hewl bidin  da ku bibin dengê mezlûman.

Ji endamên damezrîner ê Cemîyetê Mafên Mirovan  Yavuz Karaoglu di nirxandina ku kir de diyar kir hewcîtî ji saziyeke ku ew ê bibe dengê mezlûman û ew ê karibe li dijî îhlala mafan bisekine hebû, ji ber vê yekê ew vê qerara damizrandina cemiyetê dane.Karaoglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev sazî bi taybetî jî ji kesên ku xwediyê hesasiyeta Îslamî ne pêk tê.Armanca me ya sereke di çarçoveya şîarên Îslamî de kirina mucadeleyê ye.Em ê di çarçoveya şîarên Îslamî de li dijî îhlalên mafên însanan mucadele bikin.”

Arîkarê Serokê Giştî yê Cemiyeta Mafên Mirovan Eyuphan Kaya jî di derbarê mijarê de nirxandinan  kir.Kaya di nirxandinên ku kir de diyar kir ew ji ber ku gelek neheqî hatine kirin gaveke nû avêtine û ew ê hewl bidin da ku îhlalên ku di warê mafên mirovan de tên kirin bînin rojevê û ew ê hewl bidin da ku li hemû kesî xwedî derbikevin.Kaya dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zilm ji kî tê bila bê em ê jê re jî û ji zilma ku bê kirin re jî bibêjin na û em ê mucadeleya xwe bidomînin.”

Sekreterê Giştî yê Cemîyeta Mafên Mirovan Haci Yilmaz jî di axavtina ku kir de diyar kir ji her cûr komî şexsîyet di nava vê cemiyetê de heye ku ev yek jî dewlemendî û tiştekî xweşik e.Yilmaz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bipêşanî ez dixwazim bibêjim ev STK ji xêran re bibe wesîle.Bi izna Xwedê em ê li gor armanca xwe hereket bikin.Em ê li dijî geşedanî û bûyerên ku pêk tên bi şikleke bêteref tevbigerin ku ya pêwîst jî ev e.”(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir