• DOLAR 32.566
  • EURO 34.882
  • ALTIN 2429.162
  • ...
Ji Dapîra 107 salî nesîhatên zêrîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dapîra Redde Efeya 107 salî ya ku li gundê Bogaziya Mezina Qosera Mêrdînê li ba lawê xwe dijî qala serpêhatiyên xwe kir û him ji zarokan re û him jî ji dayikan re nesîhetên girîng kir.

Kesên ku ji dayika xwe re nebaş in hişyar kir

Dapîra Redde di destpêka axavtina xwe de hedîsa Pêxemberê me ‘Cennet di bin pêyên dêyan de ye ‘ bi bîr anî û  kesên ku li dijî dayika xwe xerap tevdigerin û qiymeta diya xwe nizanin  bi ezeba cehenneme îqaz kir  û got ‘Divê ji dayikan re of jî neyê gotin.”

 “Divê dê ji zarokên xwe re terbiyeya Îslamî bidin”

Dapîra Redde   di berdewama axavtina xwe de dayikan hişyar kir da ku zarokên xwe bi terbiyeya Îslamî mezin bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dayikek bi têna serê xwe li 20 zarokan mêze dike û wan dikare mezin bike, lê 20 zarok li dayikekê nikarin mêze bikin.Di wextê me de gelekî bi zehmet bû.Lê digel zehmetîyan hemd ji Xwedê re ku me zarokên xwe bi terbiyeyeke Îslamî mezin kir.A niha jî ew li me xwedî derdikevin.A niha ez dixwazim ji dayikan re çend nesîhetan bikim.Heger ew dayîk naxwazin zarokên wan di dema êxtiyar bûn de wan biavêjin derve divê ji vêga ve wan bi exlaqekê baş û bi terbiyeya Îslamî mezin bikin.”

 “Heya  û şerm kêm bûye, hizûr nemaye”

Dapîra Redde ya ku 6 law, 4 bûk û 63 nêviyên wê heye berî ve 35 salan zilamê wê miriye û a niha li bal lawê xwe yê 65 salî dijî.Dapîra 107 salî ji bona zarokên xwe wek nîmetekê ye.Dapîra Redde destnîşan kir ku ew gelekî zêde wan rojên borî digêre, lewra bi qasî ku ew dibêje heya û hizûr nemaye.Dapîra 107 salî di berdewama axavtina xwe de wiha ragihand: “Ez 107 salî me.Ez di emrê xwe de ne çûme sûkê û ne jî dan û standinê. Ez pere çi ye wê jî nizanim.Carinan zarok nîşanî min didin û dibêjin dayê ev 5 wereqe û ev 10 wereqe ye. Ji bilî van qet nizanim.2 qîzên min li Qoserê ne.Ez naçim ba wan jî, tenê carinan ez diçim ba zarokên xwe yên li gund.Ji bilî vê ez naçim tu derê din.”

 “Eskerên Şêx Seîd baş tên bîra min”

Dapîra Redde di berdewama axavtina xwe de qala Şêx Seîd bi vî awayî kir: “Eskerên Şêx Seîd baş tên bîra min. Ji Dirbesiyê tabur tabur dihatin û bi rexê Mêrdînê ve diçûn. Ez wê demê li ser xwe bûn. Ez li ber heywanan bûn.Dihatin metereyên xwe dadigirtin û dû re diçûn.”

 “Kesên ku şîretan dikin zêde ne lê yên ku guhdar bikin tune ye”

Dapîra Redde di berdewama axavtina xwe de ji kêmbûna heyayê lome kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Însan berê bi heyatir bûn.Dema ku qîzek zewicî û bi hemil bû piştî 4 mehiya xwe şerm dikir ku biçe mala bavê xwe.Ji bona hemilbûna wê diyar nebe cilên fireh li xwe dikir.Piştî welidînê diçûn mala bavê xwe.Lê belê tu yê a niha dinêrî bi wan re ne namûs û ne jî heya maye.Ên niha nesîhatan guhdar nakin.Lê kesê ku guh nadin nesîhetan her tim winda dikin.Bila vê baş bizanibin.”

“Dêya ku 20 zarokan mezin kiriye çima diavêjin devê derî”

Dapîra Redde di dawiya axvtina xwe de ji dayikan re çend şîret û nesîhetan kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Zarokên vê demê, qedr û qiymeta dayikên xwe nizanin û li dijî wan jî bêedeb in. Dayikek bi têna serê xwe li 20 zarokan mêze dike û wan dikare mezin bike, lê 20 zarok li dayikekê nikarin mêze bikin.Di wextê me de gelekî bi zehmet bû.Lê digel zehmetîyan hemd ji Xwedê re ku me zarokên xwe bi terbiyeyeke Îslamî mezin kir.A niha jî ew li me xwedî derdikevin.A niha ez dixwazim ji dayikan re çend nesîhetan bikim.Heger ew dayîk naxwazin zarokên wan di dema ku ew êxtiyar bûn de wan biavêjin derve divê ji vêga ve wan bi exlaqekê baş û bi terbiyeya Îslamî mezin bikin.”(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir