• DOLAR 32.504
  • EURO 34.833
  • ALTIN 2485.95
  • ...
"Ew kesên ku dibêjin bila dayîk negirîn semîmî nînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dayîkên ku zarokên wan di 6-7ê Cotmehê de ji teref HDPKKyiyan ve hatibûn qetilkirin bi minasebeta Roja Dayîkan ji ÎLKHAyê re axivîn. Dayîkan destnîşan kirin ku kovan û şawata dilê wan aram nebûye û kesên  ku dibêjin bila dayîk negirîn semîmî nînin.”

Zerîfe Dakaka dayîka Huseyîn Dakakê ku di bûyerên 6-7ê Cotmehê de ji teref HDPKKyiyan ve hatibû qetil kirin ku lawê wê pirr ji wê hez dikir.

 “Dema ku ez naxweş diketim Huseyîn jî nexweş diket”

Xanim Zerîfe di derbarê lawê xwe de wiha axivî: “Huseyîn bes di Roja Dayîkan de ne hertim qedrê dida min. Qedrê ku Huseyîn dida min pirr bû. Exlaqê wî felek xweş bû. Dema ku dihat malê min dipirsiya û bi min re eleqeder dibûya. Dema ku ez naxweş diketim Huseyîn jî nexweş diket. Wî tu wextê dilê min neşikandiye.”

 “Wan dilê me dax dan”

Xanim Zerîfe diyar kir ji ber ku lawê wê şehîd e ew şanaz e. Duvre Dakakê axavtina xwe wiha domand: “Kesên ku dibêjin bila dayîk negirîn semîmî nînin. Vî gotinê bi taybet Selahattîn Demîrtaş dibêje. Ez bawer nakim ku ew semîmî bibe. Wan dilê me dax dan. Min berê jan û kederek wiha nedîtibû. Niha tişta ku qiwet dide min şehadeta lawê min e. Ji bo ku zalim şad nebin ez dê bi qiwet bibim. Lewra heke ez xemgîn bibim dê ew kêfxweş bibin. Xweda şehadeta lawê min û şehadeta şehîdên din qebûl bike.”

Hayat Xanimê dayîka Cafer Gîzliyê ku li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê di qempa ku ji teref Wezîrtiya Ciwanî û Werzîşê ve hatibû lidarxistin de ji teref alîgirên PKKyiyan ve hatbû qetilkirin diyar kir ku ew jî bawer nake kesên ku dibêjin bila dayîk negirîn semîmî ne.”

 “Lawê min di Roja Dayîkan de xelata ku bi destê xwe çêdikir dida min”

Xanim Hayat wiha axivî: “Lawê min her wext qedrê dida min. 3 zarokên min hene. Di nav wan de herî zêde Cafer qedrî dida min. Dema ku dihat malê min dipiriya. Ji ber ku ji aliyê aboriyê ve rewşa me baş nebû lawê min di Roja Dayîkan de xelata ku bi destê xwe çêdikir dida min. Li qempê dema ku çûye ber devê behrê li sahîlê nivîsek wek ‘Dayîka min a delal’ nivîsiye. Xweda exlaqekî pirr xweş dabû wî. Ew din av hevalên xwe de nimûne bû. Herkes ji exlaqê wî razî bû.”

Dayîk Hayatê dest nîşankir ku lawê xwe qet ji bîr nake. Dûvre Hayatê wiha pêde çû: “Heke îro di vî herêmê de dayîk digirîn sedema vî yekê ew in. Xweda vî heqê ji wan re nehêle. Min lawê xwe teslîmê mamosteyên wî kir. Ew xwedî li lawê min derneketin. Lawê min wek kêrkirî hat şeshîdkirin. Xwedê Teala heqê me ji wan re nehêle.”

“Îsal dîsa lawê min ê Cafer di bernameya Wîladeta Pîroz de herî pêşî bû”

Xanim heyat wiha axavtina xwe domand: “Di bernameya Wîladeta Pîroz de lawê mine Cafer û hevalên wî ya diçûn beriya bernamê an jî derdiketin serê darê û temaşa bernamê dikirin. Ez îsal çûm benameya Wîladeta Pîroz a îsal. Lawê min dîsa di beriya bernamê de bû. Wêneya lawê min bi platformê ve daliqandibûn. Lawê min li min mêze dikir. Ez gelek kêf xweş bûm ku lawê min jibîr nekirine. Xweda ji wan razî bibe.” (ÎLKHA)



 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir