• DOLAR 32.549
  • EURO 34.824
  • ALTIN 2430.024
  • ...
SON DAKİKA
Paqijiya ku şaredarî nake xelk dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber ku şaredariya HDPyî   paqijiya Goristina Çîfte Havuzê nekir xelk digel hevdû çop û giyayên li ser goristanê paqij kir. Hemwelatiyên ku çop û giyayên li ser goristanê paqijkirin diyar kirin paqijiya ku diviyabû şaredarî bike ew dikin.

 Hemwelatiyên ku li navçeya Sûra Diyarbekirê dijîn diyar kirin ji ber pevçûnan ew demeke dirêj e ku nikaribûn goristanê  ziyaret bikin. Silêman Buyukê ku hemwelatîyê Sûrê ye di derbarê mijarê de diyar kir çawa ku Sûryanî û Ermenî qedr û qiymetê didin goristanên xwe divê bi heman awayî Misliman jî qedr û qiymetê bidin goristinên xwe.

Buyuk di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku şaredarî li goristanê xwedî dernakeve rexneyên xwe wisa anî ziman: “Li vê derê ne rê ne ceyran ne jî av heye.Şaredarî li goristinê xwedî dernakeve.Digel ku me çend caran vê meselê ji şaredarîyê re anî ziman jî qet bi meselê eleqedar nebû.Em jî wek Însiyatîfa Xelkê Sûrê û xortên  Kavarî  di nav xwe de vê yekê plan kir û dest bi paqijiyê kir.Ev der warên bav û kalen me ye.Giya ew qas mezin bûbûn ku me cihê goran bi zorê peyde dikir.Îro ka li gorên Sûryanî û Ermeniyan binêrin û li gorên li vê derê binêrin.Rewşa gorên me li ber çavan e.”

Ji nîştecihên navçê kesê bi navê Şefîk Balîç jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Li vê derê qebrên bav û kalên me hene. Şaredarî qet guh nade vê derê. Ji ber giyayan qebir xuya nakin.Em bi hewldanên xwe vê derê paqij dikin. Ji ber ku li Sûrê nêzî  6 mehan qedexe hebû me derfet û îmkan nedît ku ji naskirîyên xwe re Fatîhayekê bixwînin û ji wan re dua bikin.”

Balîç wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em wek Însiyatîfa Xelkê Sûrê û xortên Kavarî dest bi paqijiya goristanê kir.Em cardin ji vê derê dibêjin Şaredariya Mezin û Şaredariya Sûrê paqijiya goristanê nakin.Di ya rastiyê de paqijiya vê derê wezîfeya wan e.”(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir