• DOLAR 32.377
  • EURO 34.972
  • ALTIN 2325.628
  • ...
Dayîka ku di şewatê de 6 zarok û mêrê xwe ji dest da axivî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dayîka ku 2 roj berê di şewatê de 3 law û 3 qîzên xwe ji dest da bû diyar kir ku di îewatê de malbata xwe ji dest daye û ji ber vî yekê di dinyayê de tu kesekî wê nemaye.

2 roj berê li Taxa Taşlicaya ku girêdayê navçeya Şehîtkamîla Entabê ye di malekî nelihevhatî ya ku çolwarê bû de şewat derket. Di encama şewatê de Naciye Bakir 6 zarok û mêrê xwe ji dest dabû. Bakir bi minasebeta Roja Dayîkan a 8ê Gulanê ji ÎLKHAyê re axivî.

Dayîk Bakir destnîşan kir ku jiyana wê û ya malbata wê din av belengaziyê de derbas bûye. Dûvre Kaya axavtina xwe wiha domand: “Ez çi bikim ji Roja Dayîkan. Min malbata xwe ji dest da. Di vî dinyayê de tu kesê min nema. Bes Xwedayê min heye.”

Naciye Bakir bi şîn û girîn diyar kir ku zarokên wê di nav belengaziyê de mezin bûne. Dûvre Bakir wiha axavtina xwe domand: “Ez gelek feqîr û belengaz bûm. Tu kes tunebû. Tu kesê zarokên me tunebû. Jiyana me hertim di nav belengaziyê de derbas bû. Bes lawm min ê mezin û yê biçûk hebûn. Xelk xêr li me dikir. Tu kesî me tunebû. Bes Xwedayê me hebû. Me bi şiklekî aboriya xwe diqedand. Êvarê agir ket nav mala min. Heta ez hişyar bûm û min penceran vekir min dît ku zarokên min tune.”

Dê Bakir wiha belav kir: “Ez çi bikim ji Roja Dayîkan. Çi Roja Dayîkan. Zarokên min di nav belengaziyê de mezin bûn. Ew di hesreta pêlav, cil û berg û nanekî germ de man.”

Bakir dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Herkes îro bi zarokên xwe re dizivire. Min jî hemî zarokên xwe li kêleka hev defin kir. Îro zarokên min tune. Min 6 zarokên xwe bin ax kir. Îro ez hatime li kêleka gorrên wan runiştime. Ez li derdorên xwe dinêrim tu kesekî min tune. Tenê Xwedayê min heye. Zêdetir tu kes tune. Kezeba min dişewite. Min 3 qîz û 3 lawên xwe ji dest da.”

Bakirm ku qala roja şewatê kir wiha axaivî: “Mêrê min bang li min kir. Min destê xwe avêt pencerê lê venebû. Min li derdora xwe mêze kir. Li her derê agir hebû. Min destê xwe avêt deriyê agir bû. Min pencerê vekir heta ez derketim agir ketibû li ser zarokên min. Zarokên min hemî şewitîbûn. Min tu kesî nedît. Ez demildest revîm min bang li nobedar kir. Heta nobedar hatin hemî şewitîbûn. Destê min lim tiştekî ket min dît ku lingê zarokekî min e. Hertim biyanî û xerîban li zarokên min mêze kirin. Tu kesî wan tunebû. Hêviya min bes Xwedê Teala ye.” (ÎLKHA)


 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir