• DOLAR 32.569
  • EURO 34.883
  • ALTIN 2435.785
  • ...
Bi karûbarên destî hewl dide ku li zarokên xwe binêre
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gulseren Keskînê ku 10 sal berê mêrê wê wefat kiriye li gel zehmetiyan ji bo ku mihtacê tu kesî nebe bi karûbarên destî hewl dide ku li zarokên xwe binêre.

Gulseren Keskînê fedakar di kirê de dimîne. Keskîn diyar kir ji bo ku zarokên wê ji Îslamiyetê dûr nekevin jo bo wan dixebite.

Keskîn wiha axivî: “Mêrê min 10 sal berç wefat kir. 4 zarokên min hene û ez hewl didim ku aboriya xwe temîn bikim. Ez meaşê jinebîtiyê distînim û her wiha gel alîkariya me dike. Heta min zarokên xwe mezin kir min gelek zehmetî kişand. Ji bo zarokên xwe çi ji destê min hat min kir. Her wiha ez ji bo ku aboriya xwe têr bikim destkarî çêdikim û difroşim. Ez wek karêndestî honan, êlek, patîk û şal çêdikim. Ez ji bo ku mihtacê tu kesî nebim vî hewlê didim. Bê bav mezinkirina zarokan gelek zehmet e.”

Keskîn diyar kir ku lawê wê ya biçûk dixwaze ku bibe mela. Dûvre Keskîn wiha pêde çû: “Ez dixwazim ku lawê min ê Habîb bibe mela û ji însanan re qala Îslamê bike. Ez hewl didim ku zarokên min bi perwerdehiyekî Îslamî werin terbiyekirin. Înşaellah dê zarokên min jiyanekî ji Îslamê dûr nejîn.”

Lawê Keskînê Habîb destnîşan kir ku dayika wî ji bo ku wan mezin bike gelek zehmetî kişandiye. Dûvre Habîb wiha axivî: “Dayîka min ji bo ku me mezin bike gelek zehmetî kişand. Dema ku ez jî mezin bibim dê ez ji bo dayîka xwe mal bistînim.” (ÎLKHA)


 













Bu haberler de ilginizi çekebilir