• DOLAR 32.524
  • EURO 34.909
  • ALTIN 2431.048
  • ...
Feryada dayîka ciwanê ku ji teref PKKê ve hatiye revandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê Gulcan Kaya belav kir ku lawê wê salek berê ji teref PKKê ve hatiye revandin diyar kir ku divê demildest bigihêje lawê xwe.

Dê Kaya diyar kir ku di Roja Dayîkan a sibê de xelata herî mezin ew e ku bigêhêje lawê xwe û her wiha Kaya destnîşan kir ku salek e ji lawê xwe agahdar nînin.

Gulcan Kayayê ku xwediyê 9 zarokan e belav kir ku ji 15ê Adara 2015an pê ve pê ve ji lawê xwe Umran Kayayê ku ber êvarek ji malê derketiye çûye Mizgefta Îmam Şafîiyî êdî xeber hilnedaye.

Dayîka kovandar a ku ji wî rojê pê ve ji lawê xwe xeber hilnedaye wek kelegirî wiha axivî: “Ji salek zêdetir e ku lawê min di derketina mizgeftê de ji teref PKKyiyan ve hatiye revndin. Ez dixwazim ku lawê min were. Ji ber girînê ez kur bûm. Ez dixwazin ku lawê min êdî were. Ez êdî nikaêrim tehemûl bikim. Lawê min li kû ye bila wî bişînin.”

 “Cîgera min şewitî, Xweda jî cîgera wan bişewitîne”

Dê Kaya diyar kir xeber sitandine ku lawê wê li Kobanê ye û belav kir ku di Roja Dayîkan a sibê de xelata herî mezin ew e ku bigêhêje lawê xwe. Lawê wê kuştî an sax mesele nînin ew bes dixwaze ku lawê wê bidin wê. Dûvre Kaya wiha pê de çû: “Ez xelat an jî tiştekê din naxwazim. Xelata herî mezin hatina lawê min e. Dema ku ez ciwanên hevsalên lawê xwe dibinim dil û kezeba min dişewite. Mirî an sax bila lawê min ji min re bişînin. Dilê min pirr şewitî. Ez bendewar im ku yekê were û bibêje ‘lawê te hat’. Bila PKK lawê min bişîne. Cîgera min şewitî, Xweda jî cîgera wan bişewitîne.” (ÎLKHA)


 









Bu haberler de ilginizi çekebilir