• DOLAR 32.589
  • EURO 34.866
  • ALTIN 2505.05
  • ...
Tertîpkirina 'Wîladeta Pîroz' a li meydanê ji teref Walîtiya Aksarayê ve hat astengkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Aksa-Dera ku endamê Platforma Evîndarên Pêxember e  ew ê di 8ê Gulana 2016an de ango sibe di seat 14.00an de  li Meydana Hikûmetê ya Aksarayê bernameya Wîladeta Pîroz a bi temaya ‘Pêxemberê Biratî û Wehdetê Hz. Muhammmed’ bernameyek tertîp kiribana.Lê belê bername ji teref Walîtiya Aksarayê ve hat betalkirin û ji vê betalkirinê re jî ‘Bûyerên Terorê ‘ hincet hatin nîşandan.

Di derbarê mijarê de rayedarên komelê diyar kirin ew berî niha ji bona tertîpkirina bernamê her çi tişt pêwîst bû temîn kirine û destûr jî standine, lê ji teref walîtîyê ve ji wan re nivîsek hatiye şandin da ku bername di cihekî girtî de bê tertîpkirin.

Rayedarên komelê di derbarê mijarê de axavtina xwe wisa domandin: “Me berî niha ji bona ku bernameya xwe tertîp bikin muracata xwe  li Midurtiya Komeleyan a Bajêr kir.Piştî vê muracatê ji me re hat ragihandin ku hûn dikarin bernameya xwe tertîp bikin.Me jî li gor vê nivîsa destûrê ya ku ji teref Midûrtiya Karên Hiqûqê ve ji me re hatiye dayîn dest bi xebatên haziriyê kir.Me bajêr bi afîş û bi birandayan xemiland.”

Rayedar axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha domandin: “Hazirî hatin ber xelasbûnê û ji bernamê re demeke hindik mabû ku  Walîtiya Aksarayê ji me re nivîseke fermî şand.Di wê nivîsa ku hat şandin de bûyerên terorê wek hincet dihatin nîşandan  û dihat diyarkirin bername bila di cihekî girtî de bê tertîpkirin.Em difikirin ku ev bernameyên ku ji teref platforma me ve li çar aliyê Tirkiyê tên kirin  ji bona tesîskirina aştiya civatî û ji bona yekîtî û biratiyê ye.Her wiha em difikirin ev bername ji van tiştan re feydeyê didin. Divê pêşîya van bernameyên mîna vê neyê girtin, berevajî  divê ji bona bernameyên mîna vê karibin bên kirin destek û piştgirî bê dayîn.”

Rayedarên komelê di dawiya axavtina xwe de teşebusa ku hatiye kirin şermezar kirin û dû re diyar kirin wan ji bona ku bi waliyê hevdîtinekê bikin randevu teleb kirine lê teleba wan ji teref Waliyê Aksarayê ve hatiye redkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir