• DOLAR 32.602
  • EURO 34.813
  • ALTIN 2503.559
  • ...
Mêrdîniyan ji şaredariyê re îsyan kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şaredariya Artukliya Mêrdînê meha borî di Taxa Yenîşehîrê de li ser Kolana Barişê xebat dabû destpêkirin û ji ber ku ewlehiya rê nehatibû girtin gelek qeza pêk hatibûn. Nişteciyên hawîrdor diyar kirin ku nayê zanîn çima ev xebat hatiye destpêkirin û ji ber ku ev xebat di nîvî de maye gel bertek nîşan da.

Taxiyan diyar kirin ku ji bo çûn û hatinê rêya wan tune. Ji ber vî yekî wek gel çalên ku li ser rê vebûnê bi derfetên xwe tîjedikin da ku bikarin biçin malên xwe.

Her wiha taxiyan diyar kirin roja ku şaredarî dest bi xebatê kiriye heta îro înternet û ceyranên wan naxebitin. Ji ber vî yekê ew dê ji şaredariyê gilîdar bibin.

Ji nişteciyên taxê Cevdet A, diyar kir ku ev xebat bêplan û serabera tê kirin û hawîrdor tê texrîbkirin. Dûvre Cevdet A, wiha pêde çû: “Şaredarî bi vî xebatê re da nîşandan ku çiqas bêkêr û nejêhatî ye. Di navenda bajêr de şaredariyekî kû ne heq ne jî hiqûq nas dike heye. Ji ber xebatên ku di nîvî de mane ne em dikarin biçin malên xwe û ne jî zarokên me dikarin biçin dibistan. Em zarokên xwe pişt dikin û dibin dibistanê. Di hawîrdor de çalên kur hatine vedan. Heke zarolên me bikevin nav van çalan û bimirin dê kî hesaba vî yekê bide? Kesên ku dibêjin ev şaredariya gel e. Ji rexneyên ku ji teref gel ve di derhaqê şaredariyê de tê kirin re bi şiklekî tûndî bersiv didin. Dê bi vî şiklê bibe şaredariya gel? Di navenda bajêr de çendîn roj e ku ne ceyran ne jî înternet heye. Nêzê mehek e ku şaredarî vî yekê dike. Em vî şaredariyê naxwazin.”

Ji taxiyan yekî jî diyar kir ku çendîn roj e bê rê mane. Dûvre taxî wiha axavtina xwe domand: “Hesaba ku Şaredariya Artukluyê di avahiya xizmetê de kir û hesaba li taxê hev negirt. Fêm kirine ku xebata wan çewt e lê hêj jî dev ji evîndariya xwe ya ku ji bo kesan tê kirin bernadin. Şaredariyek ku ne heq ne jî hiqûq nas dike heye û ji rexneyan re rest dikêşe.” (ÎLKHA)


 























Bu haberler de ilginizi çekebilir