• DOLAR 32.544
  • EURO 34.819
  • ALTIN 2432.285
  • ...
Gundî ev bû 30 sal ku li benda xelaskirina qanala avdanê ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê 30 salî li Azarpêrta Bîngolê ji bona gundên hawirdorê dest bi çêkirina qanala avdanê hat kirin, lê ev bû 30 sal ku hêj qanala avdanê nehatiye temamkirin. Her wiha gundiyên derdorê di derbarê çêkirina qanala avdanê de diyar kirin firmaya ku çêkirina qanalê li ser xwe girtiye li gor standartan qanala avê çênake ku ev yek jî bû sedema bertekan.

Li gor îddiayan di dema çêkirina qanala avdanê de beton ketober tê rijandin û ji dêla mîkserên betonê ve kepçe tên bikaranîn.Her wiha tê îddîakirin kesên wezîfedar jî  di dema rijandina betonê de ne li serê karên xwe ne û kesên rayedar kontrolan bi rêkûpêk nakin.

Ji ber îddîayên ku dihetin bilevkirin Endamê Meclîsa Giştî yê Bajêr ê Azarpêrtê Ziya Ozdemîr întîqalî cihê qanala avdanê kir û li wê derê vekolîninan kir. Di encama vekolînên ku kir de Ozdemîr daxuyanî da.Ozdemîr di daxuyaniya ku da de diyar kir di çêkirina qanala avdanê de îhmal hene û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Qanala avdanê li gor standartan nayê çêkirin û her wiha beton ketober tê rijandin.Min van tiştan û tiştên mîna van bi xwe dît. Ev kiryar xelet in.Ez ji vê derê daxwaz dikim bila kesên rayedar li ser vê meselê bisekinin.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir