• DOLAR 32.494
  • EURO 34.596
  • ALTIN 2476.937
  • ...
Ji heman malbatê 7 kes di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Taxa Taşlicaya navçeya Şehîtkamîlê Entabê di wextên şeveqê de di malekê de şewat derket.Di şewata ku di malê derket de bav û 6 zarokên wî  jiyana xwe ji dest da û dêya ku di şewatê de birîndar bûbû jî rakirin nexweşxanê.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin navên kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dane bi vî awayîne: Mehmet Emîn Bakir û zarokên wî yên bi navê Mucahît (12), Dîlahan(8), Halîme (6), Buşra (5), Emîne(4) û Sacettîn (2) Bakir.Her wiha hat hînbûn dê Naciye Bakir jî di şewatê de birîndar bû û wê ambûlansê rakirin nexweşxanê.

Polês di derbarê derketina şewatê de lêkolînê dike.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir