• DOLAR 32.627
  • EURO 34.865
  • ALTIN 2493.864
  • ...
Gelo doza Ubeydullah Durnayî didin jibîrkirin?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li ser qetilkirina Alîrarê Serokê Şaxa Geverê ya Mistez’ef-Derê Ubeydullah Durnayê 5 sal derbas bû. Lê hêj jî qetîlên wî yên PKKyî nehatine girtin. Ev yek jî pirsa ‘Gelo doza Ubeydullah Durnayî didin jibîrkirin?’ tîne hişê mirov.

5 sal ber Alîrarê Serokê Şaxa Geverê ya Mistez’ef-Derê Ubeydullah Durna li Gevera Colemêrgê ji teref PKKyiyan ve hatibû qetilkirin. Bi minasebeta salvegera qetilkirina Ubeydullah Durnayê ji parêzerên doza Durnayî Mehmet Mehdî Oguz daxuyaniyên girîng da.

Mehmet Mehdî Oguz di derbarê qetla Ubeydullah Durnayê ya ku di 5ê Gulana 2011an de li Geverê ji teref PKKyiyan ve hatibû qetilkirin de ji ÎLKHAyê re axivî. Oguz diyar kir ku dosyaya cînayeta Durnayî rakirine refê û hewl didin ku ev yek were jibîrkirin.

 “Dosyayan bi tevahî rakirine refê”

Oguz diyar kir heke ev cinayet neyê eşkerekirin dê cinayetên wiha were dûbarekirin. Her wiha Oguz destnîşan ji ber ku ev dosya nehatiye ronîkirin gelek mensûbên HUDA PAR û Cemiyeta Mistez’efan hatine kuştin. Dûvre Oguz axavtina xwe wiha domand: “Tevahiya dosyayên di derbarê Şehîd Ubeydullah Durnayê de rakirine refê. Ji ber vî yekê cinayet niha wek kujernediyar tê hesibandin. Derdekî rêvebirên dewletê ya di derbarê dabaş mijarê de tune. Di daxuyaniyên me yên berî de me wiha diya kiribû; ‘ev cinayet mijarekê siyasiye û ji bo herêmê gelek girîng e. Me wê çaxê diyar kiribû ku heke ev cinayet neyê ronîkirin dê gelek cinayetên din çêbibe. Lê mixabin ev mijar nehat ronîkirin. Ji ber ku cinayet hehat eşkerekirin gelek mensûbên HUDA PAR û Cemiyeta Mistez’efan hatine kuştin û hêj jî ev xeter didome.”

 “Ubeydullah Durna li ber çavên polêsan hat şehîdkirin”

Oguz diyar kir ku li navçeya Geverê alîgirên PKKê li ber çavên polêsan êrîşê li şaxa Cemiyeta Mistez’efan kirine û li wir Ubeydullah Durna şehîd kirine. Dûvre Oguz wiha pê de çû: “Cinayet bi roj çêbû û ev yek jî ji nîşka ve nebû. Ew roj hêj ji sibê ve PKKyiyan cade û kolanan bi berîqetan asê kirine û çalakî li dar xistine. Geh geh polês midaxale dike û êrîşa ku li şaxa Cemiyeta Mistez’efan hatiye kirin ji teref polêsan ve hatiye qeydkirin. Ubeydullah Durna li ber çavên polêsan hat şehîdkirin. Ev yek ji nîşka ve çênebûye. Cinayet li ber çavên polêsan çêdibe. Ji ber vî yekê pirsek wiha tê hişê mirov; di nav ewlehiyê de hinek kes hew didin ku ev cinayet neyê ronkirin. Ev cinayetekî siyasiye.”

 “Dema ku ev sûc li dijî kesên Mistez’efan tê kirin tê veşartin”

Oguz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Geh geh hikûmeta AK Partiyê daxuyaniyên cûr bi cûr dide û diyar dike ku di dewra hikûmeta wan de kujernediyar nemane û bi tu wechê dê kujernediyar çênebin. Lê em dibînin ku ji cinayeta Ubeydullah Durna bigirin gelek qetlên ku di bûyerên 6-7ê Cotmehê de çêbûne hêj wek kujernediyar sekinandî ne. Mixabin li Tirkiyê girêyekî kur heye. Dema ku sûc li dijî kesên Mistez’efan tê kirin tê veşartin û hestiyarên ku hewce dike nayê nîşandan.”

“Divê ku dosya ji teref viyana siyasî ve were teqîbkirin”

Oguz belav kir ev cinayeta Ubeydullah Durna ji ber ku nehatiye ronîkirin eybek gelek mezin e û divê ku ev cinayet ji teref Wezaretiya Edaletê ve were ronîkirin. Dûvre Oguz wiha axavtina xwe domand: “Ji ber ku em parêzerê dozê ne em ji vir diyar dikin pêwîst e dosya ji teref viyana siyasî ve were teqîbkirin. Divê ku Wezaretiya Edaletê li ser vî mijarê bisekine. Belkê bi vî şiklê dosya were eşkerekirin.” (ÎLKHA)


 







Bu haberler de ilginizi çekebilir