• DOLAR 32.358
  • EURO 34.983
  • ALTIN 2324.46
  • ...
Zubeyde Zumrut hat binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hevseroka DBPê ya berê ya Diyarbekirê Zubeyde Zumrut di bergeha lêpirsîna ku ji teref Serdozgeriya Komara Diyarbekirê ve dihat meşandin de bi binasiya ‘endambûna rêxistina terorê’ û ‘lidarxistina çalakiyan a li ser navê rêxistinê’ hat binçavkirin.

Zumruta ku li Enqerê hat binçavkirin birin Midûrtiya Ewlehiya Enqerê. Piştî miemeleyên vir ên Zumrutê dê wê bişînin Diyarbekirê. Her wiha di lêgerîna ku li mala Zumrutê hat kirin de hinek dokuman hatin bidestxistin.

Her wiha wekê ku tê zanîn Zumrut, di bûyerên 6-7ê Cotmehê de li Diyarbekirê di Parka Koşuyoluya Baglarê de ji alîgirên HDPKKê re axavtin kiribû. Zumrutê bi hinceta DAÎŞê komeleyên Îslamî kiribû hedef.

Bi heman şiklê di sala 2012an de li Zanîngeha Dîcleyê ji teref Koma Bîlge Gençlîkê ve bernameya Wiladeta Pîroz hatibû li darxistin. Lê ev bername ji teref Zumrutê ve hatibû provokekirin û piştî vî yekê Zumrut PKKyiyan wekê xwendekar dabû nîşandan. Li ser vî yekê PKKyiyan xwendekarên dîndar kêr kiribûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir