• DOLAR 32.607
  • EURO 35.025
  • ALTIN 2426.09
  • ...
Hûrgiliyên êrîşa Entabê derdikevin holê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Entabê jimara polêsên ku di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dan bû 2 û hûrgiliyê vî êrîşê jî hêdî dêdî derdikeve holê.

Gor agahiyên ku hatine bidestxistin êrîşgeran qada ku ji ber pîroziyên 1ê Gulanê bi barîyeran hatiye asêkirin bi 2 wesayîtan derbas bûn û êrîş li polêsên ku nobetdar bûn kirin. Piştî ku ji vê êrîşê re bersiv hat dayîn her du wesayît ji hawîrdora Midûrtiya Ewlehiyê revîn û dûvre wesayîta mombebarkirî hat înfilaqkirin.

Di teqîna ku nêzê Şaredariya Mezin, Serokatiya Daîreya Bacê û Midûrtiya Ewlehiya Bajêrê pêk hat de 2 polês jiyana xwe ji dest dan û 19ê wî polês bi tevahî 23 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku nasnameya êrîşgeran hatiye tespîtkirin û operasyon li mala wî hatiye lidarxistin.

Her wiha hat ragihandin ku pîrozkirina 1ê Gulanê ya li Entabê hatiye betalkirin. (ÎLKHA)



 













Bu haberler de ilginizi çekebilir