• DOLAR 32.566
  • EURO 34.897
  • ALTIN 2432.943
  • ...
Ji Ewrûpaya laîq daxwaziya venêrîna mizgeftan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Koma Meclîsê ya Yekitiya Xirîrstiyanên Almanyayê Volker Kauderê ku xwest bila mizgeftên li Almanyayê ji teref dewletê ve were kontrolkirin carek din da nîşandan ku li Ewrûpaya laîq nêrîna ji dînan re bi taybet jî ji Îslamê re çawa ye.

Ji siyasetmedarên Almanyayê Kauder bi vî helwest û reftara xwe ve hişmendiya statîk û sekan a li Tirkiyê ku hertim diyar dikin û dibêjin laîqtî temînata jiyana azadane yên dînan e derewand. Bi vê helwestê re carek din hat fêmkirin ku hişmendiya laîqtiyê bes hewl dide ku hemî dîn û olan bixe bin zebta xwe.

Kauder diyar kir weazên ku di mizgeftan de tên dayîn bi hişmendiya dewleta Almanyayê re hemfikir nînin. Her wiha ev yek dide nîşandan dînên ki li Ewrûpaya laîq de ne bi tehdît û xeterê rê rû bû rû mane.

Kauder destnîşan kir divê ku mizgeft têkevin bin kontrola dewletê. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Divê ku dewlet li vir hebe. Pêwîst e ku mizgeft werin kontrolkirin.”

Kauder bal kişand ku Almanya dewletek sekuler e û her wiha diyar kir ku dewlet dînê kontrol dike. Dîn dewletê kontrol nake. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Ev yek ji bo herkesî derbasdar e. Divê ku mensûb û nûnerên her dînê vî yekê qebûl bikin.”

Ji rêvebirên Partiya Puplîsta Rastirê ya Almanyayê Freuke Petry diyar kir ku di civîna partiyê de dê were diyarkirin ku Îslam aydê Almanyayê nînin. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir