• DOLAR 32.539
  • EURO 34.932
  • ALTIN 2429.826
  • ...
Li Helebê drama mirovahiyê zêde dibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji 22yê Nîsanê pê ve rejîm û Ûris bajarê Helebê bombebaran dikin. Di êrîşê de heta niha ekserê wî zarok bi tevahî 244 kes jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar in.

Îna ku borî cara yekem bû ku nimêja înê li Helebê nehatibû kirin. Rojên çarşem û pêncşemê li bajarê Heleba Sûrî Nexweşxaneya Al-Quds û avahiyên hawîrdor hatin bombebarankirin û di encama vî êrîşê de heta niha 6ê wî karkerê nexweşxanê, ekserê wî nexweş bi tevahî 50 kes hatine qetilkirin.

Bal tê kişandin ji ber ku gelê herêmê nikare alîkariya melzemeyên tibî û darûyî bistîne dê bi xeterê re rû bir û bimîne.

Tê zanîn ku rojavaya navendê di bin kontrola Esed de û rojhilata navend jî di bin kontrola mixalifan da ye. Her wiha herêmên wek Eşrefîye û Şêx Maqsûdê ya ku li bakûra navendê ye jî di destê PYDê de ye.

Tê endîşekirin ev rewşa ku Heleb tê de ye xirabtir bibe. (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir